Gelê Şengalê tecrîda li Îmralî şermezar kir
Li Serdeşta Çiyayê Şengalê saziya malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî kir.
Di daxuyaniyê de bavê şehîd Şengal, Xelîl Salih axivî û diyar kir ku fikir û ramanên Ocalan ji bo gelê Êzîdî weke çavkaniya jiyana azad û wekhev e û wiha peyivî: “Fikra Ocalan ne tenê ji bo civaka Êzîdî ji bo cîhanê bûye sembola azadiyê.
Em weke Saziya Malbatên Şehîdan, daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Ev bi salan e ku Rêbertî di bin tecrîdeke giran de ye. Heta roja me ya îro, saziyên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, li beramberî vê tecrîdê hîç hewl nedane. Di şexsê Rêber Apo de mafê hemû civakên bindest, tên binpêkirin.” ŞENGAL