Marx, olê wek xeyalê bextewariya civakê bi nav dike û dibêje; dema ku rastî derkete holê ol winda dibe. Lê desthilatdar, yan jî çînên serdest, rê li ber rastiyê digirin û civakê ber bi xeyalan daf didin. Xeyal jî nabin bingeha ratsiyê.
Li Tirkiyeyê di, pêvajoya ku Serokwezîrê Tirkiyê ferman û fetwa qirkirina gelê Kurd da de dijberiya Kurdan jî dijwar dibe. Lê dîsa AKP û Erdogan, civakê ber bi xeyalên bextewariyê dibin û ji rastiya demê û jiyanê dûr dikin.
Aliyek me kuştin û qirkirin e, aliyê din xeyal û xapandin e…
AKP kûr û dûr lêdide. Kesên ku dixwaze berteref bike, bi şantaj û qulpên bêbextî pûç dike û wek qepalekî diavêje aliyê din. Serfermandarê berê yê Artêşa Tirk, Org, Işik Koşaner yek ji van kesan e… Bi kaseteke deng, kirin cilika pîso û kirin ku bêhn jê were. Lê gelo ji bo gelê Kurd çi cûdatiya Işik Koşaner û Nejdet Ozerê Kimyewî heye.
Tecrîda li ser Rêberê Haraketea Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran kirin û 9. car e ku parêzer bi heman hincetê paş de têne vegerandin. Helbet ne normal e û gelê Kurd vê anormaliyê jî dibîne. Roja ku Serokwezîrê Tirkyê fetwa û fermana qirkirina gelê Kurd da û balafirên şer êrîşî Herêmên Parsatina Medya kirin, tecrîda giran ya li Îmralî dest pê kir. Pêvajoya qirkirina li dijî gelê Kurd pêşî li Îmralî dest pê kir.
Plana Erdogan du alî bû. Yek li dijî Ocalan bû, ya din jî li dijî Haraketa Azadiya Kurd bû. Bi asteng kirina parêzeran; nirxandin û dîtinên Ocalan qut kirin. Ocalan, bi dîtinên xwe bi rexneyên xwe, moral dida, riyên nû, tespîtên nû, stratejiyên nû destnîşan dike. Lê ya giring bêyî ku bibêjere, her şaşî û kemasî rexne dikirin. Wek tê zanîn, rexne her dem mirov dike nava hejandinekê. Mirov li hemberî rexneyan bixwaze nexwaze xwe diber çavan re derbas dike. Rexnegirî di nav Kurdan de pêşneketiye. Çend caran rewşenbîr û entelektuelan, serî li rexnekirinê dan, lê sixêf û kesayetî, kîndarî û buxz derkete pêş. Dema ku rexne nebe pêşkeitn jî çênabe.
Bêguman aliyê din yê armanca astengkirina parêzeran a çûyina Îmralî heye. Siyaseta taybet ya Îmralî îro li tevahiyA Kurdistanê ketiye rojevê. Ev siyaseta taybet jî bingeha komploya navneteweyî ye.
Aliyê din yê êrîşa dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê Qendîl bû. Qendîl dilê Kurdistanê ye. Her herêma girêdayî Herêmên Parastina Medya wek şahdamerên bedena Kurdistanê ne. Balafirên şer yên Artêşa Tirk, 7 rojan bi şev û rêj êrîşî van şahdamaran kirin. Eger mêjî perçiqandibane û şahdamar jî qut kiribane, bedena bê can li erdê, li ber lingê Erdogan wî bêcan dirêj bibe.
Hingî Erdogan wî di nava beşûşiyek bextewar de, ji bo Kurdan gotina “bedcan” bikar bîne. Mirovên bêbext dikarin her tiştî bikin.
Erdoganê ku bi pêl û şelqên demokrasî, maf û azadiyan hate ser desthilatdariyê, niha pêl û şelqên radîkal rêd dike û ji ezmanên Kurdistanê de agir dibarîne. Duxan û ewrên reş ku di ser xaka Kurdistanê re bilind dibin, hêdî hêdî ber bi ezmanên tevahiya Tirkiyê diherikin.
Demeke dirêj e ku gelê Tirk li gorî demagojiyên Erdogan bêdeng dima. Îro hêdî hêdî dengê xwe derdixe.
AKP û Erdogan, di van rojan de bi şerên li Rojhilata Navîn jî mijul e û li herêmê taşarontiya Emerîka û sermayeya global dike. Hêza aborî ya Tirkiyeyê, xezîna Tirkiyê defetên ku bikaribe 200 milyon dolar hişk pere û 100 milyar, bi giştî 300 milyon dolar bidê muxalefeta Libyayê nîne. Ev pere ne yê Tirkiyê ne…
Erdogan jî wek pêlewanekî ku bêriya cengê kiribe, meydanê dixwîne. Meydanxwendina Erdogan ya li hemberî Kurdan tê fêm kirin; lê Erdogan ji dewletên Rojhilata Navîn teva re meydanê dixwîne. Pêşî ji Israîl re meydan xwend. Her çiqasî kesî ji cengaweriya Erdogan a li hemberî Israîl bawer nekir be jî, ji sedema Kêştiya Mavî Marmara mirov hatin kuştin. Lê hinekî zêdekarî kirin, lê-hilatin, wî jî kevirên xwe di ber xwe re berdan. Piştre meydan ji Qedafî re xwend. Herî dawî meydan ji Beşar Esad re xwend.
Çi şêrekî bi duvê xwe ve girêdayî ye, ya Rebbîîîîî!... Burjuwaziya Îslama Tirkiyê, îro li pey Erdogan dibezine her welatî. Yanî giyanê faşîzmeke kesk hatiye avakirin. Xwedê gelê Kurd û gelê Tirk ji vê faşzîmê biparêze….