Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak di çalakiya „Pençşema Reş“ a bi armanca şermezarkirina girtin şaredar û siyasetmedarên kurd de her hefte pek tê axivî. Kişanak, anî ziman ku ew dê bi kampanyayên li dijî operasyonên leşkerî û „KCK’ê“ tên lidarxistin bersivekî bi hêz bidin. Kişanak, da zanîn ku 2 sal û nîvin bi operasyonên bi navê „KCK’ê“ dixwazin vîna gel bişkînin. Kişanak, bilêv kir ku operasyon bi pergala AKP’ê ya bûye dewlet û li dijî vîna aştî û azadiyan dixwazin pêk tên û wiha axivî: „Armanca hemû operasyonên leşkerî, siyasî, polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê û girtin tenê ji bo vîna gelê kurd bişkênin e.
Kişanak, bal kişand ser salvegera darvekirina Seyît Riza û wiha pê de çû: „Operasyonên 80 salin ên tasfiyeyê û îmhayê vala derketin e.“ Kişanak, polîtîkayên AKP’ê rexnekirin û destnîşan kir ku AKP û Serokwezîr hêsirên zuha dibarine. Kişanak, destnîşan kir ku rastî pêkanînen cudakariyê tên û wiha axivî: „Çima di 10 salên dema deshilatdariya de di pêvajoyên bêçalaktiyê de pirsgirêk nehate çareserkirin. Hikûmeta di pêvajoyên bêçalaktiyê de jî girtin dan berdevamkirin berpirsiyar e. Me rondik û wijdanên derew û sexte gelek dîtin. Gelê kurd wateya şerê taybet psîkolojîk dizane.
Kişanak, helwesta çapemeniyê jî rexne kir û destîşan kir ku çapemenî rastiyan berovajî dike û pêşkêşî civakê dike. Kişanak, daxuyand ku gelê kurd û BDP ji bo aştî û demokrasiyê vê têkoşînê dide û ji ber vê yekê rastî êrişan tan. Kişanak, daxuyand ku ew dê dîsa têkoşîna xwe berdewam bikin. Kişanak, bang li Erdogan kir û wina pêde çû: „Tenê dayîka te tuneye. Dayîka gerîlayê li çiya, polîsê tu rêdikî mirinê û gelê qurbana şer jî heye. Ji ber polîtîkayên te xwîna diherîke bû gol rondikên dayîkan bûn lehî.“

Kişanak, da zanîn ku li hemberî operasyonan bi hêzekî mezin tedikoşin û wiha got: „Em li vir in, em li vîn, ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derdikevin. Em dê bi kampanyayên ‘Ez jî sûcî dikim, ez îxbara xwe dikim“ bersivekî bi hêz bidin.“ Kişanak, bang li hemû kesî kir ku tevlî mitînga 19’ê mijdarê ya li Amedê pêk bê bibin. Kişanak û şaredarên BDP’î çûn adliyeyê û giliya xwe kirin.

DÎHA/AMED