Di civîna ku derdora delegeyên 120 welatan tevlê dibin de dê 4 rojan bidome û mijarên qedexekirina van bombeyan, stokên van bombeyan li welatan û fonê ji bo kesên ku bi van bombeyan hatine birîndarkirin û gelek mijarên din ên nakok werin nîqaşkirin.
Tirkiyeya ku hê jî stoka bombeyên Misketê lê heye vê peymanê imze nake. Tirkiyeyê di sala 2008’an de wekî çavdêr tevli civîna Dublinê bûbû di dawiya hevdîtinê de konvansiyon ku 107 welatan pejirandibû Tirkiye nepejirandibû û di nav wan welatan de cih negirtibû.
Berdevkê kampanya qedexekirina mayinan Ton Generate di afaxtina destpêkê de bal kişand ser xemsariya derbarê qurbanên van bombeyan de û wiha got: ‘ Kesên ku bi van bombeyên misketê tên kuştin û birîndar kirin kesek naxwaze wan nabîne’. Generate di berdewamiya axaftina xwe de got  ku ev rêxistina wan dixwaze ku pêşî li vê talûkeyê bigire û pêşiya kuştinan bigire.

Rojnamevanê Lubnanî Ali Rizek jî bal kişand ser giringiya pêkanîna vê civînê li Lubnanê û wiha got: ‘ di vê civînê de li ser bikaranîna Israîlê ya ji van bombeyan re hate rawestandin û pêkanîna vê civînê li Lubnanê tê wateya dîtina bikaranîna Israîl a van bombeyan li dijî Lubnanê lewra jî ez wê giring dibînim’.

BEYRÛT