Di navê de Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî gelek welatan welatiyên xwe yîn li Tirkiyeyê piştî êrîşê hişyar kirin.
Wezareta Karên Derve ya DYE´yê piştî êrîşa li Ortakoyê daxuyaniyek da û welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin. Wezaretê bi daxuyaniyekê xwest welatiyên wan ji cihê ku êrîş lê pêk hatî dûr bisekinin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sefaretxaneya DYE´yê ya Stenbolê jî bi bîr xistiye ku, "li cihên ku komên radîkal an jî biyanî hene, êrîşên dijwar dewam dikin" xwestiye ku welatiyên DYE´yê bi taybetî jî ji cihên turîst û biyanî diçin wan ên qerebalix dûr bisekinin.
Piştî DYE´yê Awustiralya û Ingilistanê jî welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin. Li gorî nûçeya Sky Newsê Sefaretxaneyê Enqereyê ya Awustralyayê jî bi Enqereyê re di nava têkîliyan de ye û hewl didin ku di êrîşê welatiyan wan ên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane hene yan na hîn bibin. Balyozxaneya Ingilistanê jî welatiyên xwe hişyar kir da ku "baldar bin".
NAVENDA NÛÇEYAN