Bayik bal kişand ser ‘sedemên siyasî’ yên daxuyaniya li ser şewata li Îmraliyê û got, “Gelekî tengav bûne, lewma neçar man destûra hevdîtinê bidin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik roja Duşemê bû mêvanê ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV û bûyerên dawî yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin nirxand û nexasim li ser şewata li Îmraliyê axivî.
Di demekê de ku li Îmraliyê tecrîd şidandiye, rayedarên dewleta Tirk daxuyanî dan û gotin, “li Îmraliyê agir bi daristanê ketiye.”. Gelê Kurd û dostên wan li her qadên cîhanê nerazîbûn nîşan dan û xwestin ku malbat biçin Îmraliyê, ji Rêber Abdullah Ocalan agahiyê werbigirin. Piştî nerazîbûna gel dewlet neçar ma ku malbatê bibe Îmraliyê. Bayik qala vê mijarê kir û got: “Dewleta Tirkiyeyê tevahî siyaseta xwe hem ya hundir hem jî ya derve li ser gelê Kurd dimeşîne. Ji ber vê gelê Kurd ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e. Pirsgirêka Kurd û Kurdistan ji bo Tirkiyeyê dibe sedema siyaseta hem hundir hem jî derveyî Tirkiyeyê. Ji ber vê çawa di siyaseta dewleta Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navendî ye, di pirsgirêka Kurd de jî Rêber Apo wer navendî ye. Berê jî me gotibû, nêzîkatiya li Rêber Apo nezîkatiya li gelê Kurd e, nêzîkatiya li hêzên demokrasiyê, demokrasiyê ye. Ji ber ku Rêber Apo rêberê gelekî ye dibe ku îro ne tenê Rêberê gelê Kurd, gelek gel rêberê xwe dibîne û vê eşkere jî tîne zimên. Lewma nêzîkatiya li Rêber Apo bi temamî polîtîk e. Yanî hiqûqî nêzî Rêber Apo nabin. Dixwaze hevdîtin çêbibe yan jî çênebe bi temamî li ser siyaseta Tirkiyeyê ew çêdibe. Bi temamî ji bo wê polîtîk e. Der barê Îmrali, Rêber Apo çi gavê biavêjin, di bin wê de armancên polîtîk hene. Yanî eger li Îmraliyê şewat derxistin, sedemên wê yên polîtîk hene. Ne wer tesadûfî ye. Her kes dizane ku ew Îmrali bi her alî ve 24 saetan di kontrolê de ye. Qadeke leşkerî ye, kes nikare nêzîkî wê bibe. Qedexe ye yanî. Li cihekî wer şewatek derkeve, hem jî zivistanê derkeve, mirov zane ku di bin wê de hin armancên polîtîk hene. Gelo xwestin Rêber Apo biceribînin, yan PKK’ê biceribînin, yan gelê Kurd biceribînin? Em nizanin.
Ez gelê me pîroz dikim
Wexta ku gotin li Îmraliyê şewat derketiye, gelê me li hemû cihan rabû ser piyan. Li Rêberê xwe xwedî derket, ji ber ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd her tişt e. Çi qezenc kiriye bi Rêber Apo qezenc kiriye. Rêber Apo taybetmendiyeke xwe ji bo gelê Kurd ji bo însaniyetê heye. Lewma gelê Kurd dema ku agahî bihîst helwesta xwe nîşan da. Li Rêberê xwe xwedî derket û her kes hişyar kir. Bi vê wesîleyê ez gelê me pîroz dikim.
‘Ji bo xwe bikin’
Siyaseta tecrîdê siyaseta qirkirinê ye li ser gelê Kurd. Yê ku siyaseta qirkirinê bimeşîne, li ser hêzên demokrasiyê jî êrişan dike. Eger îro li Tirkiyeyê li ser hêzên demokrasiyê azadiyê, sosyalîst, li dijî faşîzmê êriş tê kirin, girtin çêdibe, êşkence çêdibe, ku nahêlin gel xwe îfade bike, hêzên demokrasiyê xwe îfade bike, sedema wê li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. Ji ber wê li ser gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, azadiyê yên Tirkiyeyê ew tê meşandin. Di dema bihurî de jî di vê demê de jî baş hate diyarkirin ku eleqeya tecrîdê û demokrasiyê heye. Ev baş derkete holê, her kesî jî ew dît. Yanî ji ber ku li ser Rêber Apo tecrîd tê meşandin, li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin û li ser hêzên demokrasiyê ew êriş tê kirin. Ji ber wê jî li dijî tecrîdê sekinînin, rabûna li ber siyaseta qirkirinê, rabûna li ber siyaseta li dijî hêzên demokrasî û azadiyê ye. Eger tecrîd hate şikandin wê demê ew siyaseta dewleta Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, azadiyê li Tirkiyeyê tê guhertin. Heta ku tecrîd neşikê, ti carî ew siyaseta ku niha li dijî gelê Kurd li dijî hêzên demokrasiyê tevahiyê Tirkiyeyê tê meşandin wê dewam bike, ti carî wê dest ji wê siyasetê bernedin. Ji ber wê Rêber Apo çi got? Got, mesele ne ez im. Min ew mesele jî dernexistiye. Meseleya Kurd jî, meseleya demokrasiyê jî dewleta Tirkiyeyê derxistiye. Ew gelê Kurd, civaka Kurd qebûl nakin, dixwazin tine bikin. Ew li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê, demokrasiyê naxwazin. Li dijî vê hêzê, li dijî demokrasiyê disekinin. Min xwest ku va pirsgirêkana çareser bikim. Ev pirsgirêk lazime çareser bibe, ku çareser bûn tecrîd jî ji xwe ji holê radibe. Tecrîda li ser min tê meşandin, ji ber ku ez xwedî li van pirsgirêkan derketim, min xwest çareser bikim, tecrîd li ser min ferz kirin, ez xistim zindana Îmraliyê, tabûta Îmralî, sedem ew e. Yanî ji ber wê Rêber Apo ji birayê xwe re got, ji bo min nekin. Tişta ku hûn ji bo min bike nîne, ku hûn ê bikin ji bo xwe bikin. Bila gelê Kurd ji bo azadiya xwe têbikoşe. Bila hêzên demokrasî û azadiyê yên li Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê têbikoşin. Eger ew têkoşîn hate meşandin, wê demê ji xwe tecrîd bêwate dibe, ji holê radibe.
ç