Piştî ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji ser sînorê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Tirkiyeyê vekişiyan, xelkê Serêkaniyê, Girê Sipî, Tirbespiyê, Qamişlo û Dêrikê xwepêşandan pêk anîn û berê xwe dan ser sînor.
Gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê (Kurd, Ereb, Suryan) daketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşandan.
Bi hezaran ji xelkê bajarê Girê Sipî yê Herêma Firatê, çûn ser sînor û xwepêşandan kirin. Her wiha xelkê bajarê Serêkaniyê yê Herêma Cizîrê jî li ser sînor kom bûn. Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo jî, ber bi Serêkaniyê ve ketin rê.
Pêkhateyên Qamişlo anîn ziman ku ew piştgir û piştevanên hêzên QSD’ê ne.
Bi hezaran pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê meşiyan û gefên Tirkiyê yên bênavber ên êrişkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin, piştgiriya QSD’ê dikin û wê li hember dagirkeriyê heta nefesa dawîn li ber xwe bidin.
Meşa li Tirbespiyê ji pêşiya Navenda Kongreya Star a bi rakirina alên QSD, TEV-DEM’Ê û pankartên “Na ji Osmaniya nû re” û “Bijî yekitiya gelan” dest pê kir.
Beşdarên xwepêşandanê diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide senaryoya Efrînê vegerîne û bi anîna çeteyên xwe ya ser sînor, amadekariya dagirkirinê dike.
NAVENDA NÛÇEYAN