Di Beyannameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan a NY’yê de bal tê kişandina ser neheqiya ku li gelên xwecih hatine kirin û her wiha balê dikişînin ser dagirkerî û mêtîngeriya li ser wan hatien meşandin.
Li gorî rapora ji aliyê NY’yê ve hatiye aşkerekirin, gelên xwecih li welatên ku lê dijîn, beşa herî feqîr û hejar a welat in. Gelên xwecih ên li bejahiya dijîn nikarin sudê ji xizmetên civakî werbigirin, ji ber wê jî tenduristiya jin û zarokên xwecih jî bi pirsgirêkan re rû bi rû ne.
Ji bo mînak, din ava Aborjînên li Awusturalyayê rêjeya nexweşiya şekir 6 qat zêdetir e. Di nava Inuitên li Qenedayê jî jimara xwekuştinan ji 11 qat ji cihên din zêdetir e.
Ji seî 70 li Asyayê ne
Ji sedî 70’yê şêniya gelên xwecih li Asya û Pasîfîkê dijîn. Evane li Asyayê çîna gundiyên hejar, ên ku ji gelek mafên weke mafên kêmenetew, jin, geşedanên aborî bê par in. Qebîleyên xwecihan ên li Hidistanê dijîn bê ax û bê kar in. Axa wan ji darê zarê ji aliyê dewlemendan ve hatiye desteserkirin. Weke din, gelê xwecih li daristanên Emerîkaya Latîn û Carrabeanê dijîn. Her wiha beşek ji wan jî li Rojhilata Nêzîk û Efrîkaya Bakûr jî dijîn. Li Rûsyayê jî nêzî 100 komên xwecihan hene.
Li gorî rapora Rêxistina Lêborîna Navneteweyî (Amnesty International), bi taybet li welatên Emerîkaya Latîn ên weke Hondûras, Brezîlya, Kolombiya, Guatemala, Meksîka û Venezûwelayê kuştin û tundiya li hemberî gelên xwecih berdewam dikin.
Xwecihên Kolombiyayê bi hinceta alîkarî didin rêxistina çekdar a li dijî hikûmeta welêt, li rastî êrişa hêzên paramilîter ên ji aliyê dewletê ve hatine avakirin tên. Li Brezîlyayê jî xwecih li rastî êriş û gevên xwediyên axê, dewlemend û rêberan tên.
Her çendî di nava qanûnê de mafên xwecihan têne parastin, lê ev yek di pratîkê de tam berovajî ye. Kesên ku pêkanînên derhiqûqî li dijî xwecihan dikin nayên cezakirin.
Li Guatamaleyê berpirsên leşkerî û paramilîter yên ku li dijî xwecihan komkujî pêk anîn heta niha nehatine cezakirin.
Li Perûyê di şerê navxweyî yê ji sala 1980 heta 2000 dom kir de nêzî 60 hezar kes hatin kuştin û nêzî 8 hezar kuştinên kiryar ne diyar pêk hatin. Li gorî Komîsyona Lêgerîna Rastî û Edaletê, ku bi ji sedî 18’ê qûrbanan re hevdîtin pêk anîne, ji sedî 75’ê kesên hatine kuştin Çermesorkên Perûyê yên bi zimanê Quechua diaxivin in. Ev gel ji sedî 20’ê şêniya Perûyê pêk tîne, lê gelê herî hatî îzolekirin e.
Yên bi zimanê xwe dipeyivin di bin zextan de ne
Şêniya xwecihan a cîhanê ji ber cûdakarî û bicihbûnên li ser erdnîgariya wan, û hin sedemên din bi gelek astengiyan re rû bi rû ne. Xwecih li Rojhilata Dûr û Emerîkaya Bakûr din ava hikûmetan de xwedî dengek pir kêm e. Lê em çareserkirina pirsgirêkên xwecihan bidin aliyekê din, hikûmet berovajiyê vê yekê gelek astengiyan ji wana re çê dike.
Li Emerîkaya Latîn jî xwecih bi hejarî û belegaziyê re, û bi taybet bi pirsgirêkên ziman re rû bi rû ne. Ger xwecih bi Spanî an jî Portekîzî neaxivin, nikarin ji xwe re kar peyda bikin. Ji ber wê jî di nava feqîrî û belengaziyê de dijîn. Xwecihên welatên Emerîkaya Latîn ên weke Arjantîn, Bolîvya, Şîlî û Perûyê çîna herî belengaz a civakê ne. Evane li cihên ku 3 hezar û 800 metre ji asta deryayê bilindtir e, dijîn û jiyana wan pir zor e.
SERDAR EROGLU