Gelêriyên Botanê dibin stran

Parastina çand û dîroka Kurdan
Endamê komê Edîp Oruç, diyar kir ku zêdeyî mehekê ne koro ava kirine û wiha got: "Ev koro armanc dike ku newa stran û gelêriyên herêma Botonê ku li ber ji bîrkirin û windakirinê ne ji nûve zindî bike û biparêze. Stranên xweser yên herêma Botanê hene. Gelek newa û gelêriyên aydî herêma Botanê hene. Divê ev nirxên çandî û dîroka Kurdan bên parastin û zindîkirin."
Oruç, anî ziman ku Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê demek dirêj e xebatê dimeşîne, lê gelek caran rastî serdegirtinan hatin û gelek hevalên wan hatin binçavkirin û girtin. Oruç, anî ziman ku komek wan hat girtin û niha komek din avakirin û wiha got: "Gelek hevalên me yên niha di koro de dimînin rastî gefên polîsan ên 'Neçin koroyê hatin' Heta niha me stranên wekî Narînkê, Selîmo Leyla, Haylê Nûrê û hwh bi sedan sitranên din strîn û kirin newa. Em bang li hemû ciwanên xwe dikin û dixwazin di Navenda Çandê de cih bigirin û çanda xwe biparêzin. "
Endamê komê Sinan Demir, jî anî ziman ku armanc dikin ku bi vê koroyê stran û newayên gel ên ku hatine ji bîr kirin û li ber ji bîrkirinê ne ji nûve bi lêv bikin û biparêzin. Endamên koroyê Alî Tunç Hevidar Aygaz jî li ser heman heman daxwaz û pirsgirêk û armancê rawestiyan.
DÎHA/ŞIRNEX
