Sembol û maneyên wan ji bo birêkûpêkkirina civakan girîng in. Sembolên bi vî rengî para bêhtir di dem û dewranên guherînin tundraw de didin der, di şoreşan de, di şerên man û nemanê de û di destpêkên nû yên civakî, siyasî de. Kobanê yek ji van sembolan e êdî, û ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya cîhanê. Kobanê mekanê pêşî bû ku keç û xortên wê, jin û mêrên wê heta bi kal û pîrên wê ji ber artêşa hovîtî û tarîtiyê, ji ber artêşa reş a DAIŞ`ê nereviyan, berevajî, li ber xwe dan.
Ev peyva berxwedanê, peyveke efsûnî ye. Efsûneke bi wî rengî ku ji Kobanê pêl bi pêl pêşî xwe gihand Kurdan, hemû Kurdan, ji bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê mirov seferber bûn ji bo Kobanê. Pişta sînorên sedsalî di rojekê de dan erdê. Lê ne bi tenê ew; dilê mirovên dilpak hemûyan li her çar parçeyên dinyayê êdî pê re lê da. Tevî ku her kesî got, “Kobanê wê bikeve, tevî qehremaniya keç û xortên wê jî ew ê bikeve û ne stratejîke”, Kobanê neket, Kobanê li ber xwe da û Kobanê êdî stratejîk e. Ne bi tenê ji bo aliyê ronî yê mirovahiyê u li dijî artêşa reş bi ser ket, ji bo artêşa reş jî stratejîk e: Kobanê ew Keleh e ku artêşa wê li şikest û hîna jî dişike.
Êdî rojeke dinyayê heye ku Roja Kobanê ya Navneteweyî ye, ji bo piştgiriya bi têkoşîn û berxwedana Şoreşa Rojava û ji bo nîşandana dilsoziya bi wan qehremanên fedakar ên li Kobanê baweriya bi muqtedîriya serketinê li dijî artêşa reş diyarî mirovahiyê kirin.
Şoreşa Rojava, projeya Sûriyeya Federal û Demokratîk bi rengê federalîzma demokratîk û xweseriya demokratîk berxwedana xwe, têkoşîna xwe û şerê xwe dewam dike. Ji br wê jî ev roj hîna girîng e ji bo nîşandana piştgiriya aktîf. Helbet para bêhtir rêxistin û saziyên siyasî dilsozê şoreşa Rojava vê rojê dadikevin meydanan, lê ji bo şikandina daimî a artêşa reş a çeteyên DAIŞ`ê divê hem ev piştgirî dewam bike, û hem jî piştgiriya hêzên siyasî û yên dewleta divê hebe, û heke heye divê dewam bike. Lewma êdî dinyayê hemûyî jî fêm kiriye ku ya li Kobanê hat parastin û ya ku niha li seranserê Rojava tê parastin rûmeta mirovahiyê li dijî artêşa reş e ku bi navê DAIŞ`ê ji faşizma sedsala 21`^e wê de ne tişteke din e.
Baş e gelo tevî ku gelan ev fêm kiriye, dewlet li gorî wê tevdigerin? Kobanê hema hema bi temamî kavil bû û divê ji nû ve bê avakirin, lê yek kîsê çimento jî bi rêyên asayî nagihîje Kobanê, ambargo li ser Rojava heye. Ev dewletên ku dikarin zextê li rêveberiya PDK`ê bikin ji bo sistkirina ambargoyê ji bo tiştên xwarinê, dermanan û malzemeyên avahîsaziyê, gelo vê dikin? Nexêr, nakin; lê ew deyndarê Kobanê ne û divê bikin. Jixwe vê eyba hanê hêvîdar im ku rêvebriya PDK`ê ji ser xwe biavêje û ti pêdivî bi zexteke ji derve nemîne.
Ecêba van dewletan ew e ku pêr dema çalakiya Roja Kobanê de li bajarê Elmanyayê Frankfurtê îdareya bajêr û polîsê wê nîşandan û hilgirtina sembolên YPG, YPJ û PYD`ê jî di nav de ya gelek sembolên partî û rêxistinên Kurd qedexe kir. Ango got, bêyî ku hûn behsa wan kesan bikin ku ji bo me bi fedakariyeke mezin li dijî artêşa reş a çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dan, piştgiriya xwe bi Kobanê re nîşan bidin. Ango nav û sembolên vê rojê, di çalakiya wê de qedexe kirin; ji bo çi û ji bo kê? Du rê hene ji bo şîroveyê, zexta Tirkiyeyê û gefa wê ya em ê penaberan berdin Ewrûpayê, yan jî ew bêhtir li aliyê artêşa reş in. Hêvîdar im ku ya pêşî rast be, tevî ku kirêt û neheq e jî li korfêhmî, pragmatîzm û oportûnîzma dîrokî ya Elmanyayê tê. Ji bo hûn zanibin, dîsa jî dostên Kurdan û Kurdistaniyên li meydana çalakiyê hazir bi sedan alên YPG, YPJ û PYD’ê nîşan dan û guh nedan gefxwarinên amirê polîsan.