Li Xurmatû ji 12'ê Mijdarê ve di navbera hêzên Kurd û çekdarên Heşd El-Şeebî de alozî dewam dike. Di vê çarçoveyê de pêr êvarê aliyên Kurd û Heşd El-Şeebî li navenda YNK'ê ya Xurmatû der barê rewş û aloziyên navçeyê de civiyan. 

Berpirsê Ragihandina Qaymeqamê navçeya Xurmatû Mihemed Faîq derbarê civînê de ji RojNews re axivî û got: "Di civînê de her du aliyan aloziyên li Xurmatû hene minaqeşe kirin. Ji bo ku bikarin Xurmatû ji rewşa heyî rizgar bikin û dawiyê li şer û aloziyan bînin, li ser hinek xalan li hev kirin."

Mihemed Faîq di dewama axaftinên xwe de got: "Di civînê de ji bo aramî û istîqrara herêmê li ser avakirina hêzeke hevbeş a ji pêşmerge û Heşd El-Şeebî aliyan lihev kir.  Herwiha ji bo aramiya navçeyê xalên kontrolê wê di bin desthiladariya hêzên ewlehiyê û polîsan de bimînin." 

 

Civîn wê dewam bikin

Mihemed Faîq destnîşan kir ku her du aliyan li ser parastin, jiyana bihevre û pejirandina hevdu lihev kiriye. Wekî din li ser wê yekê îtîfaq e ku ji bo alozî pêk neyên xalên parastinê li taxan bên dayîn û civînên di navbera her du aliyan de jî dewam  bikin.

Faîq ragihand ku yek ji biryarên civînê jî ew e ku kesên ji her du aliyan ku guleyan berdidin û aloziyan derdixin, wê werin girtin.


HOŞMEND KURDÎ/ROJNEWS/XURMATÛ