Gelo Awusturya bû dewleteke polîs?
Ji bo kovara Profil a Awusturyayê Rosemarie Schwaiger li ser tevdîrên koronayê li Awusturyayê û rola polîs nivîsî. Ew bi ser wê kêf û heza nû ya cezakirin (a bi destê polîsan), sîxurî û muxbiriyê ve bûye û ew temamê wan weke “dewleta polîs” bi nav dike.
Ew rewşa ji ber tevdîrên krîza koronayê li Awusturyayê derketî holê, pêşî wiha şirove dike: “Kî tiştekî qedexe bike, divê hesabê cezayan jî bike; nabe kesek ji ber vê bike heleman. Lê li Awusturyayê vê dawiyê her tişta ku bi navkirî destûra wê nehatibe dayîn, qedexe ye. Û li vir meseleya esas ne tekoşîna li dijî şewbê ye.”
Ew mînaka cezayekî pere dide; li welatiyekî 500 euro cezayê pere hatiye birrîn. Sedema ceza “rûniştina demeke dirêj” li ser bankekê ye: Ji ber çûnûhatina zêde jî [li gorî polîs] vî kesî qaydeya xwedûrgirtina herî kêm metroyekê ji kesên din binpê kiriye.
Li gorî nivîskarê di nava çend hefteyan de Awusturya veguherî “dewleteke polîs” ya ku tê de zilm li welatiyên bêguneh li gorî qenaetê tê kirin. Nimûneyeke din jî rewşê darîçavtir dike: “Li Steiermarkê li ser mişteriyeke dikaneke dermanan kontrola çente hat ferzkirin. Ji ber ku wê ji keça xwe re defterek kirîbû, gef lê hat xwarin ku ceza lê bê birrîn. Memûra berpirsiyar mesele wiha şirove kiribû ‘Ev ne tiştekî heyatî ye’.”
Meseleyeke din a ew balê dikişîne ser jî ji welatiyan çêkirina muxbiran e. Nivîskar kula dewletê ne di parastina ji şewbê de dibîne, û vê bi guman û pirsa “Na xwe gelo ji bo we her wiha muhim e bi her awayî serîtewandineke mutleq ferz bikin û jiyana welatiyan hemûyan zehmet bikin?” Ev pirs ji wezîrê karê Hundir Karl Nehammer û hikûmeta wî tê kirin. NAVENDA NÛÇEYAN