Di çarçoveya ‘Buhara Ereban’ de, gelê Sûriyeyê jî ji bo doza azadî û demokrasiyê bike, di meha Adar a 2011’an de daket kolanan. Birêxistina xwepêşandanan li Sûriyeyê ne karekî hêsan e. Li gorî zagonên vî welatî civîna 50 kesî bêyî destûra hêzên ewlekariyê qedexe ye. Lê gelê Sûriyeyê ev zagon binpê kir û xwest wek gelên Tunis û Misir derkeve meydanan û doza azadî û reforman bike. Di destpêkê de xwestin ne guhertina rejîmê bû, lê azadî û demokratîzekirina sîstemê û rêlibergirtina dizî û reşewtê bû.
Ji bo rejîma Beşar Esad ev xwepêşananên aşîtyane serê çiyayê qeşayê bû. Destpêka serhildaneke giştî ku wê bi rûxandina rejîmê û ketina Esad ji ser textê welat bi dawî bibe bû. Ji ber hindê hêzên istîxbaratê hemû li hev civiyan û ‘belgenameyek’ hevbeş ji bo têkbirina xwepêşandanan danîn. Ev ‘belgename’ bi riya hin efserên ku ji rejîma Esad veqetiyan, ji raya giştî re hate eşkerkirin. Li gorî vê ‘belgenamê’ divê hêzên istixbarat û artêş bi dijwarî bi ser xwepêşandêran ve here û rê li ber berfirehbûna van xwepêşandanan bigre. Dihat gotin ku ew ‘toleransa’ ku rejîma Husnu Mubarek li Misrê û ya Zayinalabdin bin Alî li Tûnsiê diyar kirbû, gerek li Sûriyeyê nebe. Berovajî vê yekê, pêwîste gel bi guleyan bête pêşwazîkirin û qet bawer neke, ku ewê karibe sînaryoya Tûnis û Misir li Şamê jî dubare bike!.
Bi vê biryarê re, ji roja yekem gule bi ser xwepêşandêran ve hatin reşandin. Li Derrayê di meha yekê ya serhildanê de bi sedan ciwan û zarok hatin kuştin. Navendên bajaran hatin bombebaran kirin. Piştê ku xwepêşandan li tevahiya Sûriyeyê belav bûn, êrîşên mezin bi tank û topan li dijî bajarên Humis, Hema, Idlib û Dêr al-Zorê hatin birêvibirin. Di encama van êrîşan de bi sedan sivîl hatin kuştin. Prosesa veqetandina efseran ji artêşa rejîmê dest pê kir. Efserên veqetiyayî hemû ji bajarên ku rastî êrîşên mezin hatibûn, bûn. Lê rejîma Esad her êrîşên xwe berdewam kir û xwest gelê Sûriyeyê terorîze bike û rê li ber hemû cûreyên xwepêşandanan û nerazîbûnê bigire. Xwest bi şêweyê ku di salên 1980 yî de dema ku komkujî li Hemayê pêkanî, dubare bike û bi riya çekan milet bê deng bike.
Xwepêşandanan berdewam kir. Eskerên veqetiyayî dest avêtin çekdan û li dijî hêzên artêşa Esad dest bi çalakiyên bersevdayinê kirin. Her weha wan ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê’ damezrandin û banga biçekkirina gel bilind kirin.
Welatên Ereb jî helwestên dijwar li himberî Esad nîşan dan. Bi hemû imkanên xwe yên diplomasî, aborî û eskerî desteka ‘serhildana gel a Sûriyeyê’ kirin. Her wiha TV’eyên Ereban jî muxalefeta Şamê vehewand û ew li dijî Esad sor kir. Ereban biryar da ku divê gelê Sûriyeyê were biçkekirin da ku xwe li himberî hêzên rejîma Esad biparêze. Li gorî Ereban, Esad peyayê Îranê ye û hemû îmkanên têkbirina vê serhildanê ji Îran û hêzên Şîi yên Lubnan û Iraqê digre. Ereb dixwazin Sûriyeyê ji bin desthilatdariya Îranê derbixin û Suniyan bînin ser iqtîdarê.
Di destpêka serhildana gel de dihat payîn ku efserên ji kêm mezheba Elewî, ya ku Esad bi xwe jî yek ji wê ye, rê li ber kuştinê bigrin û derbeyekê li dijî Esad pêk bînin. Dihat gotin ku Elewî dê ji bo parastina textê Esad û birayê wî dijminatiya gelê Sûriyeyê nekin û ewqas xwîna herikî nexin sukra xwe. Lê ev yek pêk nehat. Esad û birayê xwe hemû hêzên bijartî yên istixbarat û artêşê girtine dest xwe û bi vê yekê rê li ber peydabûna derbeyek eskerî girtine. Her weha piştî bilindbûna xîtaba Sunî ya radîkal û bangên tolhildanê yên ‘serhildêran’ û ‘artêşa azad’ li dijî Elewiyan, tevahiya efserên vê kêm mezhebê biryara şerê parastina rejîma Esad dan. Wan bawer kir ku ne tenê serê Esad tê xwestin, lê serê tevahiya kêmmezheba Elewiyan li Sûriyeyê.
Ji ber hindê şer dijwartir dibe û Elewî, wek alternatîva dawî, amedekariya damezrandina dewletekê dikin. Ew tu carî qebûl nakin ku piştî 45 salan ji iqtîdarê li jêr desthilatdariya Suniyan vegerin.
Ji destpêkê ve Esad hesabê hêzên heremî û navnetewî nedikir. Ya girîng ew bû ku ew di zûtirîn dem de tevgera xwepêşandanan têk bibe û hemû kesên ku milet bi rêxistin dikin tesfiyek bike. Her wiha armanca wî ya sereke ew bû, ku karibe hêzên veqetiyayê têk bibe û rê li ber liva veqetandina ji artêşê bigre. Niha eskerên Sunî hemû hatine cemidandin û çek ji destê wan hatiye derxistin. Li gorî agahiyan, Esad bi riya eskerên ji kêm mezhebên Elweî, Durzî, Xiristyan, Ismaîlî şer dike. Bi vê yekê ew van kêm mezheban jî li dijî gelê Sûriyeyê bikar tîne û xwîna Suniyan bi destê zarokên wan dide rijandin. Jixwe ew ji wan re dibêje; „Ev serhildanek Îslama radikale û dixwazin dewletek Îslamî ava bikin û tevahiya beşên civaka Sûriyeyê yên ne Sunî bikujin“. Ev xîtab heta radeyekê li Sûriyeyê hatiye qebûlkirin.
Ji aliyê din, rengê Îslama siyasî her ku diçe bi ser liva serhildana gel a li Sûriyeyê dikeve. Bi sedan şervanên tevgerên Îslamî ji welatên Ereban ji bo şerê „Elewiyan“ û ‘rawestandina kuştin û tecawizekirina jinên Sunî’ derbasî Sûriyeyê dibin. Ew alîkariyê eşkere ji welatên Ereb û AKPê digrin.
Bi gotinek din, li Sûriyeyê şerekî navxeyî heye. Ji ber hindê ew çalakvanên ne Sunî yên ku di destpêka serhildanê de li pêş bûn, hemûyan xwe dan paş û nema li meydanan tên dîtin. Niha serhildan tam bûye serhildanek olî ya beşekî civaka Sûriyeyê ku dixwaze desthilatadriyê ji beşê din bistîne û ji bo vê yekê jî alîkariya welatên Ereb ya madî û manewî dixwaze.
Pîlana Kofi Annan dê têk here, wek çawa ku pîlana Yekîtiya Ereban têk çû. Rejîma Esad ev pîlan tenê ji bo qezenckirina demê qebûl kir. Doh li zanîngeha Helebê 15 xwendekar yên destvala kuşt. Ev rejîm biryara kuştinê daye û dê heta dawî berdewam bike. Ew alîkariye ji Îran, Iraq û Lubnanê werdigre. Her wiha desteka diplomasî jî ji Çîn û Rûsiya distîne. Ew dizane ku dê NATO mudaxeleyek eskerî nake. Ew dizane ku Barack Obama dê beriya hilbijartinên dawiya vê salê tu êrşên eskerî yên derve îmza neke. Ew dizane ku Nikolay Sarkozy jî nema dibe Serokê Ferensayê. Ew dizane ku AKP gefên vala dixwe û ji ber tehdîdên cidî yên Îranê nikare derbasî Sûriyeyê bibe. Ew dizane ku Ereb ne xwedî imkainin ku êrîşî Sûriyeyê bikin û rejîma Esad hilweşînin.
Ji ber van sedeman dê Beşar Esad şerê li dijî xwepêşandêran bidomîne û hewl bide wan têk bibe. Armanca sereke dubarekirina senaryoya Hemayê ye. Wek çawa ku bavê wî bi deh hezaran kuşt û tevgera Birayên Misilman têk bir, ew jî dê weha bike û vê ‘serhildanê’ têk bibe û hêviya gelê Sûriyeyê ya ji bo azadî û demokratîzekirinê biçewisîne. Ji ber hindê her roj bi dehan kes tên kuştin. Bi dehan birîndar dibin û bi sedan jî liderdorê didin penaber. Heta niha Esad di pêkanîna vê pîlanê de bi ser dikeve.
Gelo Beşar Esad bi ser dikeve?