- Dozgera Brauncshweigê polîsê li Kleve agahdar kiribû ku Amed Ehmed bi neheqî hatiye girtin, lê polîs tevî vê jî ti tişt nekir û Ehmed heta şewata li hepsê girtî hişt.
- Komîsyona Parlamenter a Meclisa NRW’yê ji bo ku îfadeya polîsên berpirs bigire, ji nû ve çalak bû. Dozgeriya Kleve jî li dijî yek polîsê bi tenê ji ber binpêkirina azadiyê doz vekir.
- Ne Komîsyona Lêpirsînê û ne jî Dozgeriya Kleve heta niha behsa berfirehkirina lêpirsînê û li şewatê qisûrên wê nedane ber xwe, lê pirsa gelo Amed bi qest kuştin, li meydanê ye.
Derket holê ku polîsê Elman bi hefteyan beriya di şewata di hepsa Kleve de mirina Amed Ehmed ê Efrînî, dizanî ku kesê şaş xistiye hepsê. Komîsyona lêpirsînê ya parlemanê dixwaze îfadeya polîsên Klevê ji nû ve bigire. Dozgeriyê jî li dijî polîseke hatiye agahdarkirin ku wan kesê şaş girtiye, ji ber binpêkirina azadiya kesekî doza lêpirsînê ji nû ve da destpêkirin.
Îlona 2018’an di hicrika Amed Ehmed lê girtî ya hepsa Klevê de şewat derketibû; tevî ku Amad kire hewar û pêl zengilê hawarê jî kir, rayedar û gardiyanên hepsê zû pê ve neçûn. Di encama birînên xwe de wî jiyana xwe ji dest da. Amed Ehmed 6’ê Tîrmeha 2018’an bi neheqî hatibû girtin. Di navê de dizî jî, gunehên Amad A.’yekî ji Maliyê ku navê wan hev digirt, dixistin stûyê wî. Lê niha derkete holê, 3 hefteyan piştî girtina Amed Ehmed (Amad Ahmad) yanî 27. Tîrmeha 2018’an dozgeriya Brauschweigê pê hisiyaye ku Amed Ehmed û kesê ji Maliyê ne yek kes in. Ev jî ji begeyeke li ber destê kovara Westpol diyar dibe. Dozgera ji Braunschweigê li ser meselê heta bi polîsekî li Kleve re bi telefonê jî peyiviye. Wê hingê bi rêya wêneyên wan ji hev derxistiye ku Amed û kesê ji Maliyê ne yek kes in. Dozgerê ev yeka hanê bi belge kiriye û mohra xwe jî li binê daniye.
Komîsyona Lêpirsînê ji nû ve çalak dibe
Piştî ku eşkere bû Amed Ehmed bi neheqî girtîbû, li meclîsa eyaletê ya NRW’yê Komîsyoneke Lêpirsîn û Lêkolînê ya Parlamenteriyê hatibû damezrandin. Serokê komîsyonê Oliver Kehrl ê CDU’yî ji kanala radyo û televîzyonê ya dewletê WDR’ê re, li ser vê yekê got, “Dibe ku li vir tiştek hebe, ya ku heta niha me pê nedizanî. Ji ber vê yekê jî em ê guhbidin şahidan.” Lê ya rastî CDU’yê beriya niha piştî raporên pêşkêşkirî ku sûc nedixist stûyê gardiyan û rayedarên hepsê û polîs jî bêguneh nîşan didan, dixwest komîsyonê ji hev belav bike.
Derewa polîs lê eşkere bû
Bi van agahiyên nû û vê belgeya dozgeriya Braunschweigê, derket holê ku polîsê Kleve di îfadeya xwe ya beriya niha ya li komîsyonê de derew kiriye. Parlamenterê CDU’yê Oliver Kehrl, ka ji dil û ka bi qestîka, ecêbmayî xuya dike; wî tevî endamên din ên komîsyonê Mijdara par îfadeya polîsê Kleve girtibû, lê polîs bi yek gotina tenê jî behsa telefona bi dozgera Braunschweigê re nekiribû.
Parlamenterê ji Partiya Keskan Stefan Engstfeld jî ji WDR’ê re peyivî. Weke ku karên dewleta xwe û polîsên xwe nas neke, ew hêrsa xwe radike, “Çima (piştî axaftina bi telefonê ya bi dozgera li Brauschweigê re) kesî tiştek nekir?Ez fêm nakim.” Ew fêm nake, lê Amed Ehmed ê 26 salî wê li Hepsa (JVA) Kleve hîna 6 hefteyên din bi neheqî girtî bimana û piştî şewata di hicrika wî ya li hepsê de, 29’ê Îlona 2018’an jiyana xwe ji dest bidana.
Dozgeriyê li dijî polîsekî doz vekir
SPD’ê bi xwe da zanîn ku wê dozgeriya giştî ya Dusseldorfê ji agahiyên nû agahdar kiriye û dixwaze ku li dijî berpirsên bi neheqî girtina Amed Ehmed doza ceza bê vekirin.
Dozgeriya Kleve beriya niha ji ber binpêkirina azadiya Amed Ehmed, doz li gelek memûrên polîs vekiribû. Di lêpirsînê de dozgeriyê îdîa kiribû, gelek şaşî hatine kirin, lê sûcekî bi qest tesbît nekiriye. Ji ber wê jî doza li dijî polîsên ji girtina Amed ê Efrînî berpirsiyar hatibû betalkirin. Niha ku êdî eşkere bû polîsên Kleve pê dizanî kesê şaş girtine, dozgeriyê ji nû ve doz vekir, lê ne li dijî polîsan, tenê li dijî polîsekê/î. Muhtemel e ku ev polîs jî ewa bi navê G. be ku bi telefonê bi dozgera li Braunschweige re peyiviye. Di qetilkirina Amed Ehmed de tevî ku qisûr û heta hin qestên gardiyan û rayedarên Hepsa Keleve jî xuya bûn, ev yek weke sûc nehatin hesibandin. Lê heger polîs êdî dizanî qisûra wan di girtina neheq de heye, ma gelo nabe ku tevî rayedarên hepsê kuştina Amed Ehmed organîze bikin. Ka gelo wê dozger li van pirsan bipirse yan na, wê dewama dozê û karê Komîsyona Parlamenter a li Meclîsa NRW’ê diyar bike.
FRANKFURT