Serokê Partiya Sor a Norwêçê (Rodt) û parlamenter Bjornar Moxnes, tecrîda li Îmraliyê ji hikûmetê pirsî û jê xwest ku ji bo rakirina tecrîdê zextan li Tirkiyeyê bike.

Moxnes, derbarê çalakiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku ev 132 roj in di greva birçîbûnê de ye, pirsnameyek da meclîsa Norwêcê.

Moxnes got, “Armanca sereke ya berxwedêran ew e ku bang li raya giştî ya cîhanê bikin da ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, zextan li Tirkiyeyê bike.” Moxnes, diyar kir ku rewşa Leyla Guven a tenduristiyê gelekî krîtîk e û got, “Mirov ji bo ku mafên xwe yên azadiya ramanê bi kar tînin, bi salan di zindanan de dimînin. Zext û zora li ser HDP’ê hemû rêzikên hiqûqê binpê dike û dibetiya aştiyê ji holê radike.” Bjornar Moxnes, di pirsnameya xwe de ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê ya Konseya Ewrûpayê pirsî ka wê biçe serdana Ocalan yan na, ji bo rakirina tecrîdê wê zextan li Tirkiyê bike yan na û got, “Ev rewşa krîtîk pêwîst dike ku ji Wezîrê Karê Derve bersiveke berbiçav bigire.”

 

  OSLO