Cûreyekî dara benê ya ku her wiha weke dara benê ya Hindê jî tê binavkirin yek ji darên herî xwegir ên dinyayê tê qebûlkirin. Ji vê darê re mangrove û rîzofora jî tê gotin. Ev dara hanê dikare xwe li ber ava deryayê ya bi xwê bigire. Ew dikare koka xwe berde nava ava bi xwê yê kevî û peravên derya û behran. Ew xwe li ber pêlên mezin ên behrê jî û xwe li ber germahiya zêde jî digire. Lê belê zanyar niha fikaran dikin ku heger bilindbûna behrê bi lez bibe, ev dar nikaribe xwe li gorî wê eyar bikin û sala 2100’î ev dar bi temamî tine bibin. Li gorî hesabê wan heger behr salê bêhtirî 7 milîmetroyan bilind bibin, ev dar wê nikaribin xwe li ber behrê bigirin. Halê hazir behr salê 3.4 milîmetroyan bilind dibin. Lê zanyar dibêjin ji bo deh salên li pêşiya me ev rêje wê zêde bibe û bibe salê 5 ta 10 milîmetro. Li gorî zanyaran ev yek dikare bike ku ev darên benê bifetisin ku li seranserê dinyayê gelek peravan û keviyan diparêzin. Ji bilî vê, kokên van daran ji bo gelek cûreyên masiyan dibin star. Lê aliyê herî balkêş ên van daran ew e ku ji darên din bêhtir karbomdîoksîtê ji atmosferê digirin û di nava erdê de bicih dikin; ji ber wê jî weke mekîneyên kişandina karbondîoksîtê ji atmosferê jî tên binavkirin.
Lêkolîneran berê xwe da bermahiyên di erda peravan de û dît ku piştî serdema qeşayî ya dawî, heta ku bilindbûna behrê kêmtir ji salê 6.1 mîlîmetro nebû, darên benê yên Hindê li peravan ji nû ve belav nebûne. Yanî niha jî hizir dikin, heger behr salê bêhtir 7 mîlîmetroyan bilind bibe, ev ê darên benê yên Hindê bi temamî bifetîsîne û wan tine bike.
SYDNEY