Alîkariyên dewlet dide yên ji ber krîza koronayê dibe ku li Elmanyayê bigihêjin 1.8 trilyon euroyî. Yanî bi qasî yekbûna Elmanyayê dibe ku mesref ji bo Elmanyayê derkevin holê. Dewleta di asta federal de niha 156 Milliyaran Euro deynên nû plan dike. Lê ev tenê destpêkeke. Paketa alîkariyê ya dewletê ya ji bo nermkirina tesîrên aborî yên krîza koronayê wê li Elmanyayê heta bi 1.8 trilyon euroyan giran be. Pêşniyaza seroka Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD) Saskia Esken bi xwe di vê navê de bû sedema minaqeşeyên di nava koalîsyona mezin (CDU/CSU-SPD) de. Wê pêşniyaz kir ku ew ên “gelekî” zengîn ji bo carekê ji bo maldariya xwe baceke taybet bidin. Le wê ta bi derzî ve nekir, ka ev ê çawa bibe; wê tenê got, “piştên xurt divê xwe bi xurtî bidin ber bar”! Lê li Elmanyayê qaîdeya heyî ji bo van meseleyan ew e ku bac ji dahatê bê stendin. Yanî her ku dahat zêde dibe, baca jê tê wergirtin jî zêde dibe. Lê herçî maldarî ye, rewş guhertiye. Newekheviyeke mezin li Elmanyayê heye. Ji maldariya safî ya li Elmanyayê, ji 3 beşan didu di destê ji sedê dehê herî zengîn de ye. Ji bo çêtir bê fêmkirin: di destê 45 malên herî zengîn ên Elmanyayê de bêhtir sermaye, mal û milkê safî heye ji nîvê civakê yê feqîr. Tevî vê jî Demokratên Xiristiyan ên ji CDU û CSU’yê li ber pêşniyaza seroka SPD’ê radibin. Li gorî wan zirar li zengînan bê, zirar wê li her kesî bibe. Herçî aborînasê Înstîtuya Lêkolînên Aborî ya Elman (DIW) Stefan Bach e, ew li ser mijarê ji kovara Elman Der Spiegel re peyivî û du amûr pêşniyaz kirin: • Bêşa ji bo carekê ya ji zengîniyê bê girtin tevî sînorekî fireh ê muafkirinê û ji bo zengîniya şirketan jî wê îmtiyaz hebin. • Baca piştgiriya korona li ser dahatê ji bo wan kesên dahata wan zêde. Li gorî texmînên wî ev ê salane qederê 20-25 milyar euro dahata ji bacê ya dewletê zêde bike ku dikarin ji bo mesrefên krîza koronayê bên xerckirin. Ew pêşniyaz dike ku sînorê muafkirina ji baca yekcarî ya li ser zengîniyê 780 hezar euro be. Yanî kesên ku di ser vê mîqdarê re pereyên wan hebin, wê ji bo zengîniya zêdetirî vî pereyî baceke ji bo carekê bidin. Helbet ev pêşniyazek e ku aborînas li ser gotinên seroka SPD’ê dike. FRANKFURT