Bazara li ser penaberên ji ber şer neçar mane ji cîh û warê xwe bibin, dawam dike. Hikûmeta Federal a Elmanyayê, şandina penaberên ji Sûriyeyê xist rojeva xwe.
Li gorî Rojnameya Bildê, Wezareta Karê Derve wê heta dawiya meha Mijdarê rapora xwe ya li ser rewşa Sûriyeyê amade bike. Tê gotin, piştî raporê, ew ê Wezareta Karên Navxweyî jî derbarê penaberên ji Sûriyeyê de biryara xwe bide.
Daxuyaniya pêşîn ji Sekretera Giştî ya CDÛ Annegret Kramp-Karrenbauer ku tê payîn were şûna Angela Merkel hat. Kramp-Karrenbauer dibêje, “Li gorî min wê li hin herêmên Sûriyeyê îstîqrar û ewlehî pêk were, bi vê re em ê jî karibin penaberan bişînin.”
Ji sala 2014’an û vir ve herî zêde kesên ji Sûriyeyê ji bo penaberiyê serî li Elmanyayê didin. Li gorî daneyên di Hezîrana 2018’an de piştî destpêkirina şerê li Sûriyeyê nêzî 800 hezar penaberên ji Sûriyeyê çûne Elmanyayê.
ANF/BERLÎN