Abîdeyên ku teswîra Olmec yanî efsaneya “Pêşiyê mezin” ê Mayayan û peydebûna nivîsa mayayiyan dikin, li Guatemalayê hatin dîtin. Li Emerîkaya Navîn, li Guatemalayê, li parka arkeolojîk Tak'alik Ab'aj, di kolanan de du kevirên mezin ên verotî hatibûn dîtin; niha eşkere bû ku ev herdu kevirên abîdeyî, ji ya dihat texmînkirin muhimtir in. Ev kevirên verotî ji şaristaniya mezin a Olmec mane. Mirovên vê şaristaniyê pêşiyên Mayayan bûn. Niha lêkolîner hêvî dikin ku bi van bîrdariyan ew karibin bipêşketina nivîsê li Mezoemerîkayê çêtir fêm bikin. Niha pisporên vî karî divê nivîsa hiyeroglîf ji hev derêxin. Ew bawer dikin ku elaqeya wê bi metneke kevin a Mayayî re hebe û li serê navê şahekî heye ku di her du metanan de xuya dike. NAVENDA NÛÇEYAN