Têkoşîna hiqûqê ya ji bo Heskîfê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dewam dike, beyî ku bi encam bibe, dewleta Tirk dest bi hilweşînê kir.  Parêzerê OHP’ê diyar kir ku ji ber ku devera sît e, sûc tê kirin û der barê berpirsan de giliyê sûc li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê kir.

Hilweşandina zinar û şikeftan li Heskîfê dewam dike, tevî nerazîbûna di çapemeniya civakî de. Heskîf sala 1978’an ji aliyê Lijneya Bilind a Abîdeyên Tirk ve di asta yekem de wek devera sît hat îlankirin.  Ji sala 1981’ê ve navçe ji aliyê wezareta Çandê û Midûriyeta Giştî ya Muze û Berhemên berê ve qaşo tê parastin. Mirovên li Heskîfê dimînin, ji ber vê qanûnê nikarin bizmarekî li dîwarê xaniyê xwe bidin, lê dewlet bi maşîneyên kar vê navçeyê û bermahiyên dîrokî parçe dike.


Bi salan e dewam dike’

Ji bo Heskîfê têkoşîna hiqûqî bi salan e encamek negirtiye.  Miracaeta li Dadgeha Îdarî ya Amedê, piştî keşfa edlî, biryara ‘Ligel van hemûyan fêdeya cemawerî ya çêkirina bendavan heye’ dabû.

Herçî dewleta Tirk e, beyî ku li benda biryara DMME’ê bimîne, hilweşandin da destpêkirin û dewam dike. 


 ÊLIH