Gelo heta kengî Kurd dê wiha belawela bin? An heta destkeftiyên xwe yên van sîh salên dawî hemûyan winda bikin, dê destên xwe bikin nav destên hev?
Çima hemû Kurdên welatparêz bi hev re ranabin û ji van hêzên ku welatê wan difiroşin napirsin, çima hûn welatê me difiroşin? Çima hesabê bêtifaqiyê ji van herdu hêzên sereke yê başûrê Kurdistanê napirsin? Ma nizanin ku vê hevneqebulkirinê û hevxapandinê bi dehên cara zerar daye hebûna Kurdan ya neteweyî?
Îro dîsa bi nexweşiya bêtifaqiya xwe, hemû Kurd giriyandin. Ev bîst û pênc sal in ku PDK bi serê xwe tevdigerê û YNK bi serê xwe tevdigerê. Her yek ji wan weke dewletekê bi xwe biryarê di derbarê çarennûsa hemû Kurdan de didin. Ev bîst û pênc sal in hêzên xwe yên çekdar nekirine hêzeke leşkerî ya neteweyî. Hêzên çekdar hê hêzên partîyan e, hêzên binemalan e, hêzên êlan e û hêzên kesan e. Ev hêz hêzên herkesî ne, lê tenê ne hêzên neteweyî yên Kurdistanê ne.
Berpirs û giregirên ku van hêzên çekdar di bin destê xwe de digirin, di her têkçûnê de hevdu tawanbar dikin û sûc tavêjine ser hev. Ew sûc tavêjin ser hev, lê hemû Kurd cezayê sûcên wan dikişînin. Divê Kurd vê pirsê ji wan bipirsin û bêjin çima heta vêga we ti saziyên neteweyî çênekirin û we hêzên xwe yên çekdar nekirin hêzeke neteweyî?
Serok û berpirsên van partiyan çi kêliya dipeyivin ji tifaq û yekîtiyê dipeyvin. Bi xwe dibêjin, serkeftin bi tifaq û yekîtiyê çêdibe. Lê ji bo Kurd nebin yek çi ji wan tê dikin.
Bi peyvên derew û qelew ji bo bi hestên gel ên neteweyî bileyîzin, her li ser serxwebûn û azadiyê planan çêdikin û projeyan pêşkêşî Kurdan dikin. Dema ku mirov ji wan dipirse, hûn ji vê re amade ne? Bersivê ji berîka xwe derdixin û dibêjin, em ji hemû êrîşên dijmin re amade ne.
Lê ne ji bo serkeftinê nêzîkî tifaqê dibin û ne jî li dijî êrîşên dijmin rojekê li ber xwe didin. Her carê bi vê bêberpirsiyariya xwe, birîneke din di birîna Kurdan de vedikin. Birîna sersariya wan ya Şengalê hê qemuşk negirtibû, birîneke din li Kerkûkê di dilê Kurdan de vekirin. Herdu hêzên sereke yên başûrê Kurdistanê ketine pêşbirka vekirina birînan. Yek bi firotina dilê Kurdistanê li Kerkûkê birînê vedike û yek bi firotina dîroka Kurdistanê ya resan li Şengalê birînê vedike. Yek pişta xwe dide dewleta dagirker a Îranê û yek jî pişta xwe dide dewleta dagîrker a Tirk. Vê hevkariya bi dewletên dagirker re weke dîplomasiyeke serkeftî jî bi Kurdên terefdarên xwe didin qebulkirin. Terefdarên wan jî ji ber gelek sedeman newêrin bêjin, ez bawer nakim ku ev hevkariya bi dewletên dagirker re dîplomasî be. Ji terefdarên wan kes napirse hûn çima bi hev re tifaqê çênakin? Berî ku hûn herin bi dagirkerên Kurdistanê re çêkin? Heta ku mêjî wê ev be, Kurd dê hîn pir bigirîn û pir tiştan winda bikin. Her dê di rêyên reverevê de bin û li ser welatê xwe bilorînin.
Kurd divê vê baş zanibin, bêyî tifaqa navxweyî ne serkeftin mimkun dibe û ne jî azadî û serxwebûn mimkun dibe.
Kurd li pey her derbexwarinê hemû xiyanetkarên dîrokê bi bîra xwe tînin. Lê xiyanetên ku di roja wan de rûdidin û dibin sedemên êşên giran zû ji bîr dikin. Ne ji xiyanetên dîrokê dersan derdixin û ne jî ji yên roja xwe.
Kîjan pêşengiyê ew jana bêtifaqiyê bi wan dabê kişandin û birîneke çiqasî kûr di hişên wan de vekiribe jî, piştî demeke kurt ji bîr dikin. Ji du peyvên xweş yên ku hestên wan mizdidin bawer dikin û weke tiştek nebûyî jan û êşên berê kişandin ji bîr dikin. Û careke din ji berê pirtir li pey serkêşên ku dibin sedema parçebûnê û bêtifaqiyê diçin. Mîna çûna wan ya li pey serok û rêzanên ku bi deh caran şerbeta jehrê bi wan dayîn vexwarin ne bes be, ji Kurdên welatparêz dixwazin ku ew jî li pey wan herin. Heta ewqasî di propogandê de hişên xwe winda dikin, yên weke wan nafikirin bi xiyanetê tawanbar dikin. Ji virekê bawer dikin û yên ji wê virê bawer nakin bi nexwestina serxwebûn û azadiyê têne tawanbarkirin.
Ev hezar û çar sed sal in ku ev xiyaneta ji bitifaqiyê tê dubarekirin. Belkî gotina xiyanetê ji xwendevanan re giran were, bawer bikin ji min re jî pir giran tê û cara pêşiya ku ez vê peyva
nexweş bikar tînim. Lê ez gihiştim wê encamê ku vê bêtifaqiyê li Kurdistanê sînorê xiyanetê jî derbaskiriye. Ez ji vê bawer dikim û dibêjim. Kîjan hêz an jî kesên ku neyên tifaqa neteweyî xiyaneta neteweyî dikin û divê li pêşberî dadgeha neteweyî werin darizandin.
Ev hezar û çar sed sal in her cara ku Kurd dibêjin, fersenda dîrokî hate ber deriyên me, divê em vê fersendê ji destê xwe ber nedin. Nexweşiya bêtifaqiyê mîna nexweşiya penceşêrê li cihekî din xwe nîşan dide û birîneke hê kûrtir di dîroka Kurdan de vedike.