
Pispora Antropolojiya Civakî, ku berê li zanîngeha Kielê û ya Kolnê li Elmanyayê profesorî kiriye, Antonia Davidovic dibêje, li Heskîfê teqandina şikeftên bi destê mirovan hatine verotin, felaketek e ji bo insanên li wir, lê ew bi temamî nikare serwext bibe li mentiqa dînamîtkirina devereke ku ji xwe armanc ew e di bin avê de bê hiştin. Dr. Davîdovic li ser pirsa me fikra xwe der barê mijarê de nivîskî weke li jêr bi me re parve kir.
Felaketek ji bo mirovan
Bi teqemeniyê teqandina şikeftên xanî li Heskîfê, beriya her tiştî felaketeke ji bo mirovên li wir dimînin. Ev teqandin yekser texrîbkirina bermahiyên arkeolojîk ji xwe re dike armanc, bi vê jî vediguhere kirineke siyaseteke bîr û hafizeyî.
Dîmenên hatin weşandin, dike ku mirov texrîbata bi destê komên tundraw ên Îslamî bîne bîra xwe, yên weke Talîban ku peykerên Bûda li Bamyanê sala 2001´ê teqandin, yan jî DAIŞ a ku sala 2015´an li Palmîra perestgeheke Baal teqand. Teqandin timî kirineke xurt e û wêne/klîşeyeke bi tesîr diafirîne: Tiştek tine dibe di nava ewrên ji toz û xweliyê de, tê hûrhûrkirin, bi vê êdî ji nû ve jî nikare bê avakirin, lewma mirov êdî nikare parçeyan bi hev ve bike. Ev yek di heman demê de nîşandaneke hêzê ye jî.
Lê bi dizî û dûrî çavan tine dikin
Kirina Heskîfê û ev kirinên li Bamyan û Palmîra helbet ji hev cihê ne jî. Tinekirina xwe disipêre argumanên tundrawan, li ber çavê raya giştî ne, eşkere ne, di rewşa normal de bi awayekî serfiraz ew tên nîşandan, hem DAIŞ´ê û hem jî Talîbanê dixwestin xwe bigihînin raya giştî.
Arguman jî bi pirranî ew e ku qet nebe fermî, tinekirina şahid û bermahiyên dînekê li gorî wan "şaş" e. Lê belê wiha xuya dike ku bi vê yekê ew dixwazin xwe bigihînin wê tesîra ku tinekirina mîrateya çandî bêhtir di meydana navneteweyî de balê dikişîne ser xwe li gorî kuştin, birîndarkirin yan jî koçberkirina mirovan. Ew li aliyekî dixwazin hikûmetê rojava provoke dikin ku reaksiyonekê nîşan bidin, li aliyê din jî dixwazin nîşanî xelkê deverê bidin û îdîa bikin ku ji bo welatên rojavayî tiştên materyal girîngtir in ji jiyana mirovan.
Beşek ji siyaseta
bi salan a tinekirinê
Herçî Tirkiye ye, li wir texrîbat heta mumkin e dûr î çavan diqewime, raya giştî ji meseleyê tê dûrxistin. Jixwe dîmenên hatine girtin, jî xelkê tesadûfî dîtine û dîmenên wî girtin. Pê re jî argumanên ji bo teqandinê îdîayên din in, ji bo Heskîfê, sedemên teknîkî hatin nîşandan, qaşo tehlûkeya ji bo xelkê û kesên tên serdanê.
Bi vî rengî ev texrîbat beşek in ji hewldanên dewleta Tirk ji bo dûrgirtina tûrîstan ji Heskîfê; weke mînak bi teqandina deverê texmînî ji sala 2011´an ve vê dike.
Eşkere ye ku ev beşek ji plana avakirina hawîrdoreke tûrîstî ye ku ji bo serdema piştî ku ava bendava Ilisu da ser Heskîfê, tê plankirin.
Bi her halî mantiqa vê yekê zelal nîne û zelûl e. Lewma, ji xwe dema avê da ser van deveran ev mekan wê texrîb bibin. Dibe ku ev beşek ji stratejiya koçberkirina xelkê deverê be.
Tevî ku di warê dîtbarî û estetîkê de dişibin hev jî, dîmen û wêneyên li Bamyan û Palmîra ji bo ku bên weşandin hatibûn girtin, li Heskîfê bi xwe, xelkê wê kêliyê girtine.
NAVENDA NÛÇEYAN