Gelo korona ji bo YE’yê tehlûke ye
Yekîtiya Ewrûpayê di destpêka krîza ji ber şewba vîrusa koronayê de beramberî Îtalyayê xemsar bû û bi tevdîrên neteweyî, dewletan yekîtî tine hesiband. Niha tehlûkeyeke nû li ser heye. Gelek rayedar û siyasetvan ditirsin ku ev rewş ji bo hebûna YE’yê bi xwe jî tehlûke be û tişta ku niha Yekîtî bike wê diyarker be ji bo siberoja wê û fikra raya giştî li ser wê.
Gelo şewba ji ber vîrusa korona dikare gora Yekîtiya Ewrûpayê bikole? Yekîtiya Ewrûpayê (YE) karî ji heqî gelek krîzan û heta Brexitê jî derekeve, lê vê krîza ji ber şewba dawî û bibîranîna wê, li gorî gelekan dikare bibe dawiya yekîtiyê. Ji kevneserokên Komîsyona Ewrûpayê Jacques Delors hefteya bihurî hişyar kir û got, nebûna hevgirtinê “ji bo Yekîtiya Ewrûpayê tehlûkeyeke kujer e”. Rojnameya Ingilîz Telegraf bi vê pirsê daketiye û bi gelek kesên din re jî peyiviye.
Kevne serokwezîrê Îtalyayê jî difikire ku YE bi tehlûkeyeke kujer re rûbirû ye, qismî ji ber vîrusê û qismî jî ji ber ku “Ewrûpîbûyîn” ji ber krîzên beriya niha jî qels bûye. Bi ya wî ruhê civakbûnê yê Ewrûpayê li gorî beriya bi deh salan lawaztir bûye û ew wiha dewam dike: “Heger her kes bi stratejiya ‘Serê pêşî Îtalya’, ‘serê pêşî Belçîka’ yan jî ‘serê pêşî Elmanya’ hingê em ê hemû bi hev re bi bin kevin.”
Ev rîska hanê jî weke rîskeke reel berçav dibe; ji kevneşêwirmendên serokatiya karê derve ya YE’yê Nathalie Tocci dibêje, “Ev kêlî yan wê projeya Ewrûpa ava bike yan jî xira bike. Heger ber bi ya xirab ve biçe, hingê tehlûke heye ku ev bibe dawiya Yekîtiyê.”
Ewrûpî serê pêşî xemsar bûn
Gava mirov berê xwe didiyê, dibîne ku hin welatên Ewrûpî hema bi destpêka krîzê re qedexe danîn ser firotina ekîpmanên tibî yên heyatî; yan jî sînor girtin û kirin ku welatiyên YE’yê asê bimînin. Axir tevî ku Elmanya, Awusturya û Luksemburgê nexweşxaneyên xwe li welatên rewşa wan herî xirab re vekir û Elmanya û Fransayê ji Çînê bêhtir maske dan Îtalyayê jî, di şerê gotin û gotarê yê global ê li ser siyasetên merdîtiyê de, YE bi bin dikeve. Mesele di destpêka krîzê de ye, hingê cîranên Îtalyayê yên herî nêzîk nekarîn bersiveke erênî bidine hewara wê, lê Rûsya û Çînê alîkariya tibî şand.
‘Aqlê piçûk’ li dijî YE’yê
Ne tenê ev e jî mesele. Her welat bi xwe tevdîrên malî digire. Bi ser halan de wezîrê maliyê yê Holandayê Wopke Hoekstra bû sedema nerazîbûnên cîranên xwe gava ku wî got, çima haziriyeke hikûmetan a malî nîne ji bo ku bersivê bidin rewşên krîzê. Serokwezîrê Portugalê António Costa şiroveya wî weke “aqlê piçûk” û “tehlûkeyeke ji YE`yê re” terîf kir.
Mirov dikare bibêje, êdî ne tenê Îtalya gumanan ji YE’yê dike, li welatên weke Elmanya û Holandayê jî ewên ku gumanê ji YE’yê dibin li ber derba xwe sekinîne, dibe ku keysa xwe lê bînin.
Wiha diyar e, ji niha û pê ve serokdewletên welatên Ewrûpayê bi biryarên xwe wê siberojê û hizra raya giştî li ser meseleyê diyar bikin. Li Îtalyayê ji ber xemsariya destpêkê ya YE’yê, kiribû ku baweriya bi YE’yê ji 88 ji sedî dakeve 67 ji sedî. Nathalie Tocci difikire, heger parçebûna Ewrûpayê dewam bike, ya ku li bîra xelkê li Îtalyayê bimîne wê bibe ew ku Çîn û Rûsya hatine bi hewara wan ve. BERLÎN