Radyoya Emerîkî NPR bi rêya nûçegihanekî xwe yê li Rojava bi fermandarê Emerîkî yê li Rojava re li ser rewşa dawî peyiviye. Li gorî vê Emerîkî gumanê dikin ku li pişt êrişên bi dronan ên li dijî hêzên Emerîkî dewleteke netewe hebe; wekî din jî em fêr dibin ku rayedarên Emerîkî û yên Kurd li ser wê li hev kirine, heger peymanek bi dewleta Sûrî re bê mohrkirin, wezîfeya Emerîkiyan li Rojava bi dawî dibe.
Bernameçêker Audie Cornish û nûçegihan Tom Bowman ê ku li Rojava bi fermandaran re peyivîye, van gotinan jî di bernameyê de radigihînin. Tom Bowman tevî dewriyeya Emerîkî çend rojekî jî geriyaye.
Ew dide zanîn ku erda petrolê ya ew lê û yeke din ku eskerên Emerîkî lê rastî êrişeke bi dronan hatiye, lê zirar negihiştiye kesî. Li gorî ew ji fermandaran fêr bûye, gulleyên hawanan ên ku dronan bi ser wan de berdane, bi mekîneyên çapa 3-D hatine çêkirin. Fermandar dibêjin, li pişt van aktorên ku dikarin sîlehên bipêşketî çêkin, hene. Li gorî gumana rayedarên eskerî, dibe ku dewleteke netewe li pişt vî karî hebe.
Li ser pirsa ka mîsyona Emerîkiyan wê kengî biqede, Bowman dîsa disipêre rayedarên eskerî û dibêje, “Rayedarên Emerîkî û yên Kurd bawer dikin piştî ku Idlib hat pasîfkirin, heger şerê li wir bi dawî bibe, yanî gava ku Esed Idlib ji nû ve stend, Kurd wê bi rejîmê re li hev bikin. Ya rastî hêviya wan (Kurdan) bêhtir xweserî ye. Helbet em nizanin ka ew ê vê bi dest bixin yan na. Lê hema ku ev qewimî, gava ku wan bi Esed re peyman mohr kir, maneya vê ew e ku eskerên dawî yên li vir jî wê veqetin.”
NAVENDA NÛÇEYAN