Paşxaneya babetê
Gelê Herero qebîleyeke Efrîkî yê li ser xaka Namîbyaya îro bi karê sewalxwedîkirin û şivaniyê ve jiyana xwe didomandin. Heta wê demê ti koloniyeke Elmanan li herêmê tinebû. Li dû Brîtanyayê wan jî dixwest li herêmê bibin xwedî ax û desthilat. Desthilata wê demê yên ji Elmanya koçdikirin, li şûna gelên niştecîh bicih dikirin. Herwisa Elmanan dest danîn ser axên çandiniyê û kanên almastan jî desteser kirin. Li dijî dagirkerî û talanan herdiçû nerazîbûnên gelên niştecih jî zêde dibûn.
Di sala 1903 an de serhildana yekê rûda. Endamên qebîleya Namayan di bin serweriya Hendrîk Witbooi de 60 Elmanên ku li herêmê hatibûn bicihkirin kuştin. Piştre qebîleyên din jî destek dan serhildanê, Samuel Maharero rêveberiya serhildanê girt destê xwe û çalakiyên wan li qadeke berfireh belav bû. Salek şûnde gelê Herero jî serî hilda, ev car 120 Elman hatin kuştin.
Generalê Elman General Lothar von Trotha. li gel 14 hezar leşkerî hat herêmê. Peyama dîrokî ya generalê Elman wiha bû: Ez generalê Elman yê serkeftî me. Vê nameyê ji Hereroyan re dişînim. Divê tevahiya Hereroyan terka vê derê bikin. Her Hereroyê ku di nav sinorê Elmanan de be, biçek an bêçek, li gel ajalak an jî bê ajal be, dê were kuştin. Pişti vê demê jin û zarokên we jî li vir naxwazim. Ezê wan jî an koçber bikim an jî bikujim. Biryara min a derbarê we de ev e.
Bi çek, li çolan û bi avên jehrkirî
Piştî vê fermana generalê dagirker komkujî bi awayekî plankirî, bipergal ket meriyetê. Ji ber ku di dîrokê de cara yekê bi plan, bi rêbazên nûjen û bi çekên nûjen komkujî dihat kirin, di biryara neteweyên yekbûyî de jî ev bûyer wek: Komkujiya yekê ya nûjen tê binavkirin.
Hêzên Elman herêmê dorpêç kiribûn, lê riya çola Kaldaharê vekirî hiştibûn. Mirovên ji kuştinê difilitîn berê xwe didan çolê. Lê li çolê jî kemînên dijwar yên Elmanan û bîrên avê yên jehrkirî li benda wan bûn. 24 hezar Hereroyî jî li wan çolan canê xwe dan. Di raporên leşkerên Elman de behsa bîrên 7-8 mêtro kûr dihat kirin ku bi hezaran hestiyên mirovan di bin de mabûn. Yên mayîn jî ketin destê Elmanan, zarok yên bi kêrî kar nediharin di cih de dihatin kuştin. Yên din jî di kampên xebatê de hatin xebitandin û wisa mirin. Dûvre kampên zarokên ji leşkerên Elman çêbûyî li herêmê hatin tespîtkirin. Ji ber ku piraniya mêran hatibûn kuştin, jin û keçikên ciwan wek kole an jî bendeyên seksê ji aliyê leşkerên Elman ve hatibûn dîlgirtin.
Li gel hejmarên nelihev jî, NY hejmara 100 hezar kuştiyan rasteqînî dibîne. Niha çapenemiya Elman li ser vê babetê niqaş dike. Gelo wê lêborîn çi bi xwe re bîne? Gelo dê çi ji berîka dewlemendên me biçe, an jî emê bi kîjan cezayan re rûbirû bimînin? Elman êdî naxwazin wek helwesta dewleta Tirk a rûreş komkujiyan înkar bikin. Lê helwesta wekhev ev e ku naxwazin berdêla wan komkujiyan jî bidin. Bi tenê lêborîn jî helbet têrî nake û kuştiyên dîrokî jî mixabin venagerîne.
Xala cuda di navbera Tirk û Elmanan de ev e; li Elmanyayê bi salan e gelek sazî û dezgeh ji bo naskirina komkujiya Namîbyayê xebat dikin, zexteke giran danîne ser desthilata Elman, li Tirkiyeyê hê jî yên behsa komkujiya Ermen, Mesîhî û Kurdan dikin dihêne kuştin. Li aliyê din Kurd çi dikin? Eger NY 100 hezar kesî wek komkujî qebûl dike, çima 100 hezar Dêrsimîyên hatin qetilkirin nabe komkujî? Çima 15 hezarên li Geliyê Zîlan û li gelek deverên din nabin komkujî? Ya rastî li bakurê Kurdistanê komkujiyeke sedsalî li holê ye, bênavber, biplan û bi berdewamî ev hê jî tê kirin. Lê Kurdan hêj beşeke piçûk ji vê komkujiyê ji qada navneteweyî re nekirine mal. Bi hêviya ku helwesta Elmanan ji neteweyên din yên serdest yên kujer re jî bibe nimûne.
YEKO ARDIL