
Endamê rêveberiya PDK’ê Fazil Beşaretî got; “Heger Tevgera Gorran ji bo aktîfkirina parlamentoyê neyê pêş, rêyên me yên din hene û rêyên girîng in. Em ê li gel YNK û çend partiyên din ên parlamentoyê biryara vekirina deriyê parlamentoyê bidin.”
Her çendî di çend civînên navbera rayedarên PDK û YNK’ê de biryar hat dayîn di 12 û 13’ê Tebaxê de parlamento bê aktîfkirin jî, lê heta niha deriyê parlamentoyê nehatiye vekirin. Der barê vê mijarê de endamê rêveberiya PDK’ê Fazil Beşaretî bal kişand ser helwesta wan a li beramberî aktîfkirina parlamentoyê.
PDK´ê mercên xwe rakirin
Fazil Beşaretî der barê mercên aktîfkirina parlamentoyê de got; “Pêştir ji bo aktîfkirina parlamentoyê PDK’ê merc hebûn. Belê ji ber rewşa hestiyar a herêmê û hatina mijara referandûmê, PDK’ê biryar da ku mercên xwe rake. Em niha li benda Tevgera Gorran in ku gavê bavêje û dubare parlamentoyê aktîf bikin.”
Fazil Beşaretî wiha dewam kir; “Heger Tevgera Gorran gavê neavêje, rêyên din li ber destê me hene. Ji ber rewşa heyî pêwîstî bi aktîfkirina parlamentoyê dike. Gelek hewldanên li gel Tevgera Gorran ji bo aktîfkirina parlamentoyê çêbûn. Her wiha, niha çend berpirsên YNK’ê ji bo Gorranê li ser aktîfkirina parlamenê razî bikin, bi rola navbeynkariyê radibin.”
Devjeniya PDK û Gorranê
Derbarê wê rêya ku PDK ji bo aktîfkirina parlamentoyê qala wê dike jî Fazil Beşaretî got; “Rêya herî giring ew e ku bi hevsengiya li gel YNK û çend partiyên din ên parlamenê, em ê deriyê parlamentoyê vekin û dest bi rûniştina parlamenê bikin.”
Hêjayî gotinê ye ku 23’ê Tebaxê jî Fazil Beşaretî gotibû, pêwîst e ji bo aktîfkirina parlamenê li benda hizbekê nesekinin.
Li beramberî vê daxuyaniya Beşaretî berdevkê Tevgera Gorranê li Silêmaniyê Dr. Aso Mehmûd got; “Ger PDK û aliyên din jî hewl bidin parlamenê aktîf bikin, me ji kesî re negotiye li benda me rawestin. Dîrok bi xwe wê biryarê li ser van aliyan bide.”
HAWKAR MISTEFA/ROJNEWS/SILÊMANÎ