Asayişa Herêma Kurdistanê piştî serhildana gel a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi ser gelek malan de girt. Li Dihok û Şêladizê bi dehan kes hatin girtin. Li gorî agahiyan heta niha bi dehan kes hatine destgîrkirin.
Xalid Cafer ku ji xelkê Şêladizê ye, ji ber beşdarî serhildana Şêladizê ya li dijî dagirkeriyê bûye, ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve hate destgîrkirin.
Asayîşê ne tenê li Şêladizê, li Dihokê jî dest bi pêla destgîrkirina welatiyan kir. Li Dihokê kesên bi navê Kovan Salih Rêkanî û Bedel Berwarî jî ji ber daxwaz kiribû li Dihokê jî xwepêşandan li dijî dagirkeriyê û komkujiyan çêbe, ji aliyê asayîşê ve hat girtin.
Ofîsa NRT hate girtin
Heman rojê berpirsyarê ofîsa NRT´yê li Dihokê ji aliyê asayîşê ve hat girtin û ofîsa NRT ya li Dihokê jî hate girtin. Li aliyê din Berpirsê Tevgera Azadî yê Herêma Behdînanê Mela Emîn Oremarî bi sedema li dijî dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê derketiye, ji aliyê hêzên asayîşa PDK´ê ve hat destgîrkirin.
Bi 20 wesayîtan girtin ser malê
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên asayîşê bi maskeyên reş û li gel 20 wesayîtan bi ser mala Mela Emîn Oremarî de girtiye û mêhvanekî ji Bakurê Kurdistanê jî li gel wî destgîr kirine.
Rê nedan derbasî Dihokê bibin
Li aliyê din rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, çalakvanên bi navê Takur Zerdeştî û Rêkar Reşîd jî dema dixwestin biçin Dihokê, li ser rêya Akrê-Dihokê di kontrola ketina Dihokê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin girtin.
ŞÊLEDIZÊ / ROJNEWS
2 ciwan hîn winda ne
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 23’yê Çile geliyê Reşawa û gundê Hêtûtê bombeberan kiribûn. Di encama herdu bombebaranan de 4 welatiyên ji Dêralokê û bajarokê Hêtûtê şehîd bûbûn. Lê heta niha jî agahî ji 2 ciwanên di dema bomberanê de li geliyê Reşawa li ser ava Zê bûn, nehatiye girtin.
Li zarokên xwe digerin
Malbat û xizmên herdu ciwanan ev bi rojan e ku li herêmê li zarokên xwe digerin, lê heta niha jî ti agahî ji wan wernegirtine û hîna jî xebatên lêgerînê dewam dikin.
ROJNEWS / DÊRALOK