Dewleta Tirk kesên bi şewba koronayê ketine li Bakurê Sûrî û qismekî wan li Serêkaniyê bi cih dike û ev dike ku mirov bifikire, gelo dewleta Tirk bi zanebûn şewbê belav dike ku ev dibe sûcekî din ê dewleta Tirk li dijî mirovahiyê. Li gorî agahiyên ku North Press Agency (NPA) ya li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê çalak e, ragihandî, hêzên dagirkeriya Tirk, penaberên ji Sûrî yên bi vîrusa korona ketine dibe deverên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dagirkirî.
Ajans ji devê şahidan dide zanîn ku hêza dagirker komek ji van penaberên ji Sûrî yên li Tirkiyeyê bi şewba vîrusa koronayê ketine, birine Serêkaniyê û ew li nexweşxaneya bajêr bi cih kirine. Li gorî agahiyan ti xizmeta tenduristiyê jî nade van nexweşan. Hîna ev nûçe nehatibe piştrastkirin jî, gumanê bi mirovan re çêdike; mirov bivênevê dipirse, gelo Tirkiye vê bi zanîn dike ji bo ku şewbê li Rojava belav bike? Heger wisa be, ev dibe sûcekî din ê dewleta Tirk ku pê hiqûqa şer binpê dike, di heman demê de sûcekî li dijî mirovahiyê ye. NAVENDA NÛÇEYAN