Ez demekê di fabriqeyekê de xebitîm. Du karkerên tirk ên sofîyên serhişk hebûn. Li pişt hev ji hev re gotinên camêrekî nikane têke devê xwe digotin. Min digot wê rojekê hev bikujin! Lê dema min mijara „kurd û Kurdistanê“ vedikir, herdu dibûn mîna şêrên hevalcêwî û êrişê min dikirin. Tirkayetiya bi destê dewleta faşîst hatiye afirandin ev e. Hima bigire di her warê jiyanê de rengê vê xûya dike.

Her çendî di navbera AKPê û fetociyan de hîna şerê desthilatdariyê bidome, hev gelek êvşandibin jî, di mijareya Kurdistanê de ew hemû dijminahiyên xwe didin aliyekê, wek wan karkeran bi hev re êriş dikin û bi kêmasî aqil didin hev. Ku mirov jiyana van mirovên sentêza tirk-îslam baş lêbikole, dibîne ku wan li dê û bavê xwe û li birayên xwe jî sextekarî kirine. Ew bi van pevçûnên xwe ve jî bi hev re hem li bakur û hem li başûr li pey dek û dolaban in. Dê ewê hetanî kerta dawiyê jî vê xuyê xwe yên xiniz li cîh nehêlin. Polîtîka wan a di mazatê de; li bakur „pişo pişo“, li başûr jî „haydê qerqaşo!“ ye. Lê di bin de jî ji bo rakirina tofanan çi ji destê wan tê dikin û her bêbextiyê jî rewa dibînin.

Alî Bulac ne tenê kolomnisteke ji rêzê ye, her çendî nede der jî, xuyaye rêvebereke tarîqatê yê sereke ye. Ji nivisên wî tê xuyakirin ku baweriya wî bi paşxana wî ya bi razan dagirtî heye. Bi her awayî rawestana wî gumanbar e. Gelek caran bi nivisên xwe bi nermî dewletê şiyar dike û kurdan jî tehdît dike, yan jî wekî tehdît nîşan dide. Dema niviseke wî li ser mijara kurdan tê weşandin, bi min çawa ku hin tişt jî ji cihên xwe bileqin û biqewimin. Sernivisa gotara wî ya vê hefteyê hem balkêş û hem jî gelek provokatîv e: „Gelo wê Tirkiye û Îran parçe bin?“ û dibêje: „Ev pirsa min e.“ Ew vê pirsê ji sefîrê Îranê Ali Rıza Bikdeli dike. Bikdelî vê bersivê dide: „Belê ev herdu welat jî dikanin parçe bin!“ Di rêzên li pêy de jî li gor Bûlaç, Bikdeli wiha pê de diçe: „ ...Divê Enqere, Tehran, Bexda û Şam bi hev re bin û bi hev re tevbigerin.“ Li pey ji nivisa xwe wiha didomîne: “Bikdelî binê vê hevokê jî xêzdike: Mijara kurd ya ku dê Tirkiye û Îranê parçe bike, raste rast bi pêşveçûnên li Suriyê ve girêdayîye!“ 

Li pey vê nivisa wî di medya civakî de hate ragihandin ku leşkerên tirk bi tiran çek û teqemenî birine Akçekalê. Hima li pey jî malpere nêzîkê AKPyê „Internet Haber“ jî ragihand ku Daişî amadekriya şewitandina 15 pêşmêrgeyên dil ketibû destên wan dike.

Dema mirov bi awayekî giştî vê gotara wî dinirxîne, bi pêşveçûnên dawiyê ve girê dide, baş têdigihîje ku fermandêr û birêvebirên Daişê ev her çar dewletên dagirker in û bi her awayî dixebitin ku Daîşê ji Iraqê derxin, bi nû ve sor bikin û bişînin ser Kantonên Rojava. Ji xwe di nava lêkolînên stratejîk de jî agahiyekê di vê derbarî de derketibû pêş. Dîsa di nûçeyên dawiyê de zelal dibe ku gelek Baasî (Sadamîst) revyane Hewlêrê. Li gor planekê dixwezin Daîşiyan bi her aliyê ve derbasê Suriyê bikin û berê wan bidin kantonan. 

Wek encam; Divê li hemû kantonan amadekarîya tevdîrên parastinê di pîleya herî berz de werin girtin, lewre dibe ku hin hêzên esilkurd jî bi kar bînin. Li gel vê divê em têkiliyên bi navnetewî hatine danîn û hê germ e, bi her awayî ji amatoriyê rizgar bikin û derxin pîleya profesyonalî. Bêguman ev bi komal û momalan nameşe, divê ekîbeke ji dîplomatên kemilî, bi azmûn û carna bikanin hin tiştan daxwin, wek saziyeke vî erkî werbigire. Bê rêvebiriya navendî kes mudaxaleyê wan neke. Serketina diplomasiyê tenê wisa dibe. Bi têkiliyên hobûyî û amatori ti tişt nameşe.