Malpera Emerîkayê ya belavkirina dîmenan Youtube, doh hesabê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi îddîaya ku rêgezên malperê bin pê dike da sekinandin. Youtube a ku tê de mirov dikare bi milyonan dîmenên teşwîqkirina şîdetê peyde bike, çima bi îdîayeke bê pişt hesabê YPG´ê girt, ya rastî nayê zanîn, lê pirsa gelo Youtube dîn bûye, li gelek deveran tê îfade kirin. Têkildarî vê astengkirinê, YPG’ê li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û got, “Malperê sedemeke taybet ji bo ‘binpêkirina’ rêgezên xwe nedaye nîşan, tenê bi rêya peyamekê dibêje, ‘hesab hatiye rawestandin.’


Zirarê dike li şerê YPG´ê yê li dijî DAIŞ´ê

Ew kiryar û êrîş li ser mafê axaftina azad e û di heman demê de YPG´ê û têkoşîna wê ji bo demokrasiyê li Rojava û bakurê Sûriyê hedef digire. Bi vê yekê zirarê digihîne şerê YPG yê li dijî DAIŞ’ê yê li Reqayê û li ser torên civakî.

Ragihandina YPG çi dîmenekî ji tundiyê belav nekiriye, belkî giranî dide ser rizgarkirina sivîlan û têkoşîna şervanên xwe yên YPG, YPJ û QSD’ê.”

YPG´ her wiha bi bîr xist ku Youtube dihêle çeteyên DAIŞ’ê di belavkirina wehşet û propagandaya xwe li ser wê malperê dewam bikin û îşaret pê kir ku zordariya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî bi awayekî azad li ser Youtûbeyê tên dîtin.

Navenda Ragihandina YPG’ê herî dawî bi van gotinan rexne li biryara Youtube girt: “YPG, bi şerê xwe yê dirêj li hember terorê, ji bo azadî û parastina hemû însanên dinyayê têdikoşe. Astengkirina rûpela me êrîşeke rasterast a li dijî vê têkoşînê ye.”


 NAVENDA NÛÇEYAN