Dayîkek di nava komekî mezin de ji girseya gel re li Şeqlawe dibêje “Genco bi tenê lawê min nîne, lawê hemû gelê kurd e. Şîrê min li te helal be Emîr, te xiyanet li vî şîrê min nekir “ ev gotina dayîka Genco ye li pêşwaziya cenzayê kurê xwe da li bajaroka Şeqlawe a Başûrê Kurdistanê ku li şerê berxwedana Sinunê şehîd ket.

Genco yek ji ciwanên Başûrê Kurdistanê bû kû çavê xwe di nava nakokiyan de mezin hilanî, tije hesretê jiyana azad û aram bû, xwedî lêgerîneke xûrt bû, timî li bersiva pirsên “em ji bo çi dijîn û çewa bijînê bû”.
Lêgerînê Genco berê wî da Londonê, ew berovajê kesên ku demeke kin di nava sistemda heliyan pirsên wî zêde bûn. Berovajî kesên ku ji bo xwe dewlmend kirin û jiyaneke  madî ew nedixwast bikeve nava hengameya sistemê û wî bihêrê. Genco lêgerînê xwe bi dawî nekir û li wir rastiya xwe naskir, ew li wir êşa parçebûna Kurdisatnê nas kir ji bo wê biyar da li rih û jiyanê xwe da van parçeyan kom bike û di têkoşîna xweda, xwe eyîdê hemû Kurdistanê bibîne. Ew tenê bi bedenê xwe li Londonê bû, mêjî û rihê wî hîn li kurdistanê bû. Ew ti carî xwe eyîdê wir nedît û biryara xwe da û vegeriya axa pîroz, lê vê carê veger cûda bû.
Genco biyareke dîrokî da û tevlî refê têkoşîna azadî bû. Mîna baskên wî çêbûbin difiriya, ew manewiyatê kû lê digeriya dît , berê xwe da axa serhildan û şoreşê, axa Rojavayê Kurdistanê. Ew bersiva herî rast a zihniyetêkî azadiya teke kesî da û bi vegera xwe got “ ezê li ser axa pîroz bi gelê xwe re azad bibim”  ew bersiva herî rast a zihniyeta desthilatdaran de û sinor bê wate kir û got” ez van sinoran nas nakem îro ne li Şeqlawe îro li Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê me”.  Bersiva meleyên direwkar da dema fetwa diden û dibêjin çima Êzîdî nabin musilman, yên nabin bila biçin dojeh lê Genco got “ ezê bi canê xwe hebûn û  ola Êzîdiyan biparêzim ji bo parastina wan li Şingalê me ” , Genco bersiv bû ji bo jiyana ku ciwanên kurdistan lê digerin û ji wan re got eger hûn dixwazin ciwan bijîn û ciwan bimînin waya meydan. Genco tevî çend caran birîndar dibe lê bi israr carêkî din berî xwe dide şerê dijî çeteyên DAÎŞê û wisa bersîv bû ji bo yên li fişekêkî neteqandine li salên 80an da lê îro bi çend mûçeyan xwe xanenîşin kirine û ezmê têkoşîn û berxwedan  di wan da nemaye û Genco got “ Laşê min perçe perçe bikin jî tenê rih di min de hebe ezê li ser piyan bim”. Ev rih û moral ji sedan çekên giran, tank û top bi rûmetir û bi bandortire li hermberê zûlûma dagîrkeran û DAÎŞê da.
Genco an Emîr Faxir Enwer li Şeqlawe hat dinê, li London xwe naskir û li berxwedan Şingalê da canê xwe da û serbilnd vegeriya Şeqlawe. Ev destana nemirinê ye. Ev xeta zelal navberê jiyana heyî û jiyana bi rûmet û eger jiyan û mirina bi wata lê bigerên, waya Genco dibistana jiyana azad û berxwedan û navnîşana nemiriye.