Li Tirkiyê li gel dek û dolabên ji demjiyana bîzansî /osmanî, nexweșiya kemalîzma laîq, bêbextiya dagirkeriya hov, xwînxwariya nijadperestî, pașverûtiya cemaatên mejîgenî dad û huquqa daristanî, civak aniye ber kerta fetisandinê, xwerû bi hatina AKP´ê re takiyekirineke xiniz û xapîner jî bi navê dîn û îmanê li vê sazûmana nemirovî hate zêdekirin. Vê jî Civakên hemû netewe û kêmarên li Tirkiyê gihandiye ber șêmuga teqandinê.
Ev forma gendeliyê bi aliyê hin saziyên bi navnetewî re kar dikin jî tê dîtin û șopandin. Lewma ew sazî ketine nav lêkolînan û encama van lêkolînan radigihînin mirovahiya haydar. Birêkxistiniya navnetewî ya şefafiyetê (Transparency International) encama lêkolîna xwe ya ku di bin navê "barometreya gendeliyê ya gerdûnî“ de ragihand bala cihanê. Wan ev rapirsîn li 107 welatan ji 114 hezar kesî pirsîne, di encama nirxandinê de ev barometre amadekirine. Ev raporên wan bi navnetewî cidî tê girtin.
Li gor vê baromêtreya gendeliyê, di nava van du salên dawiyê de gendelî li Tirkiyê hîn zêdetir bûye. Ji wan kesên tevlî vê rapirsîna (anket) mînak bûne, ji sedî şêst û şeş di wê baweriyê de ne ku partîyên siyasî bi her awayî tevlî gendeliyê û dekbaziyê bûne, ji sedî pêncî û şeş jî bi rikberî dibêjin ku medya jî ketiye nava gendeliya qirêj. Dîsa ji sedî pêncî û pênc di wê baweriyê de ne ku parlementer jî bi her awayî ketine nava gendeliyê. Ji sedî pêncî jî bê şik bawer dikin ku karsaz jî di nava gendeliyê de ne.
Ji rapirsînêran sedî çil û sê saziyên dad û dadweriyê jî di nava gendeliyê de dibînin ku ev jî bêdadiyê derdixe pêș. Gendelî di saziyên ramangerî de jî ne kêm e. ji sedî çil û du ye, di warê perwerdê de ji sedî çil û du, di nava polîsan de ji sedî çil, di nava leşkeriyê de ji sedî sih tê dîtin. Ev daneyên vê saziyê ne.
Lê em baş dizanin ku li Tirkiyê bê xugî tu kar nameşin, piraniya saziyên dewletê wek cîgehên şêlandkêr tên zanîn. Mirov dikeve kîjan ofîsê her û her di bin navê alîkariya ji bo tiştekî mirov tên şêlandin. Bêguman alîgiriya partiyan jî bi serê xwe nexweşiyeke kronîk e. Tu sazî bê erêkirina partiya li ser kar mirovekî nagirin kar.
Li gel vê wek wê gotina polîtîk; "Masî ji serî ve genî dibe. Xwerû jî cilkî ev partiya AKP´ê hatiye ser kar, piraniya mirovan ji tirsan rojnameyên wê xeta bêbext û xiniz dikire, ji neçariyan dibe endamên sendîqayên alîgirên wê partiyê (ji ber çewisandina tund), heta kesen bêbawerên tu nirxekê nadin dîn jî berê xwe ji tirsan dide camiyan.
Dersxane û malên xwendekaran, zanîngeh û saziyên perwerdê tev bi destê AKP´ê û dewleta veşartî ya di destê fetulahciyan de bûne wek cigehên serşuştin û birekxistiniya takiyekirinan, civaka nîvkor ber bi koraniyeke tarî ve tê kişandin. Bi vî awayî dixebitin ku girseyên gel yên ku wek pez serî di ber de li pey şivan diherikin biafirînin, da ku bikanin serkariya xwe her û her bidomînin. Mixabin ku ev rastî nayên zelalkirin.
Di warê aboriyê de jî bi navê "Em Tirkiyeke nûjen avadikin“ Saziyeke şêlandin, talankirina xwezayê dagirkirinê avakirine, jê re TOKÎ dibêjin. Ji bo projeyên wê saziya şêlandinê dest datînin ser mal û milkên gel, yê xezîneyê, daristan û cigehên dîrokî wêrandikin, li ser wan cihan avahiyan avadikin û bi fiyetên fahîş difiroşin. Ji bo pêkanîna projeyên TOKI´yê saziyên kotekê yên wek polîs û leşkeriyê jî bi kar tînin.
Bê van çend mînakan hê bi dehan derfetên gendelî, rant û rantxwariyê hene. Wekî mînak avakirina qereqol, kalekol û bendavan jî rasterast projeyên şêlandin û xapandinê, xira û tehrîpkirina xwezayê ne. Lê ji ber ku ew di warê manîpulasyonê de gelek hostan e, piraniya van projeyên şêlandinê nayê zanîn. Divê mirov van takiyekar û sextekaran baş binase, di têkilî û danûstandinên bi wan re de, li ser bingehê rastiya wan bi bal û jiriyeka kûr bide û û bistîne.
Gendelî û dekbaziya li Tirkiyê
Gendelî û dekbazî hima bigire li hemû welatan di formên cuda cuda de derdikeve pêș mirovahiyê, ev nexweşiya rușwet û hîlebaziyê li hin welatan gelek kêm û dizî, ango bi awayekî ji civakê veșartî tê meșandin, lê li hin welatan jî ev nexweșiya kronîk a ku sîstema dadweriyê tevlihev dike, wek form û birêvebirina siyasetê, erkê serkariyê pêkanînê û wek kevneșopiyek rûdide. Heta ew digihîje pîleyeke wisa ku dikane bêdadî, bêrêtî, xugî û bêsinciyê wek nexweșiyekê têxe nava civakê û civakê ber bi rizandinê ve bibe.