Doh ango 11'ê Cotmehê Roja Belavkariya Rojnameyan a Cîhanê bû. Lê belê gelek kedkarên belavkar ji ber kar û barê zehmet ev roja wan nayê bîra wan. Tevgerên çapemeniyê ku bi rojnameyên dîwaran li Romayê dest pê kir, di sedsala 15'emîn de bi dîtina çaperan hêdî hêdî bi pêş ket. Heya salên 1862'an rojnameyên ku dihatin çapkirin jî xwendevan bi xwe diçûn û rojnameyên xwe ji çapxaneyan digirtin. Piştî van salan êdî rojname heta ber destê xwendevanan çû û bi xwe re jî karê belavkariyê anî. Her çiqas di wan salan de bi pêşketina teknolojiyê belavkarî bi pêş ketibe jî niha dîsa ji ber pêşketina teknolojiyê ev kar hêdî hêdî maneya xwe ji dest dide. Di çapemenî û ragihandina nûçeyan de her çiqas navê belavkaran herî kêm xuya bike jî  keda herî zêde ji aliyê wan ve tê dayîn. Ji ber ku di vî karî de desthilatdarî zêde nîne ango popularîteya wî tune ye.

Bi berbanga sibê re radigihînin
Belavkarên ku berê bi dengê "dinivîse, dinivîse" derdiketin kuçeyan heta niha jî di warê ragihandina nûçeyan de keda herî mezin digirin ser milên xwe. Di berbanga sibehê de ligel zehmetiyan ji bo ku gel ji bûyerên rojane agahdar bibin, dibin xwedî kedeke mezin. Belavkarî, bi taybetî jî ji bo kesên ku ji çanda çapemeniya azad tên manedartir û zehmettir e. Gelek belavkarên ku ji vê kevneşopiyê tên jî yan hatin kuştin, yan hatin binçavkirin yan jî bi êşkenceyan re rû bi rû man da ku gel ji rastiyan agahdar bibe. Şîrketa Belavkariyê ya Firatê ji vê kevneşopiyê tê di vî warî de ligel zor û zilma dewletê heta roja îro hat

'Çalakiyek e li dijî dagirkeriyê'

Berîvan Olcay ev salek e li Şîrketa Belavkariyê ya Firatê dixebite. Ew dibîje, di nav kevneşopiya çanda çapemeniya kurd de karê belavkariyê serbilindiyek e û qedeke têkoşînê ye. Olcay destnîşan kir ku ew di nav zîhnîyeteke baviksalariyê de vî karî dike û wiha dipeyive: "Ev karê ku ez dikim çalakiyek e li dijî vê hîşmendiya dagirkeriyê. Ji ber ku em rastiyan radigihînin civakê." Olcay dide zanîn ku ew di warê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xelkê yekser agahdar dike û ew ji vê tiştê kêfxweş e û wiha dawiyê li axaftina tîne: "Dema em xwendevanan jî dibînin bi rastî dibînin ku karê ku em dikin ne pûç e."

'Êşa kurdan hevpar dikin'

Mehmet Emîn Akgun biji ev 4 sal in dixebite. Ew jî dibîeje, ew ji bo ku rastiyê bigihînin xelkê, vî karî dike. Akgun îfade dike ku ew kar û barên ku dikeve ser milên wan gelekî zehmet e lê dîsa jî ji vî karî rayî ye û wiha peyivî: "Her tim gel rojevê ji me dipirse û rastiyan ji me hîn dibe. Gelê Kurd jî di her qada jiyanê de zehmetiyan dikişîne û divê hin kes jî van zehmetiyan hevpar bike. Karê ku em dikin jî hevparkirina êşa Kurdan e. Her wiha dengê gelê Kurd em radigihînin."

DÎHA/AMED