Li Silêmanî doh ji nû ve jimartina dengan dest pê kir. Komisyon rê nade çapemenî jimartina dengan a bi dest bişopîne. Navenda Metro jî dibêje; “Astengkirina çapemeniyê dijî yasayê ye. Her wiha gumanan zêdetir dike.” Her wiha 7 partiyan ji ber ne şeffafbûna hijmartinê vê prosesê boykot dikin.

Doh saet 08:00’ê li Salona Aştî ya bajarê Silêmaniyê jimartina bi dest a 180 sindoqên parêzgeha Silêmanî û zêdetirê 40 sindoqên penaberên li Silêmaniyê dest pê kir.

Li gor agahiyan jimartina dengan a bi dest, 3-4 rojan wê dewam bike. Belê nediyar e wê encam kengî were eşkerekirin.

Di jimartina dengan a bi dest de nûnerê Neteweyên Yekbûyî, rêxistin, aliyên siyasî amade ne. Her çendî li gorî yasaya Iraqê mafê çapemeniyê yê şopandina jimartina dengan hebe jî, belê di jimartina dengan a li Kerkûk û Silêmaniyê de destûr nehat dayîn çapemenî bişopîne.

Gumanan zêdetir dike

Di vê derbarê de Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamegeran daxuyaniyek nivîskî belav kir û got; “Di dema jimartina dengan de astengkirina çapemeniyê, dijî yasayê ye. Gumanên li ser encaman hîn zêdetir dike.”

Ji 7 partiyan boykot

Di prosesa hejmartina dengan de li Silêmanî, Tevgera Goran, Komeleya Îslamî, Hevpeymaniya Ji bo Demokrasî û Dadperwerî, Yekgirtûya Îslamî, Hizba Komunîst, Hizba Sosyalîst û PDK’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin ku ew bi sedema ne şefaf bûnê, proseya çavdêrîkirina hejmartina dengan a li parêzgeha Silêmaniyê boykot dikin.

Ev sextekarî ye

Di daxuyaniya çapemeniyê de berpirsyarê Ofîsa Hilbijartinan ya Tevgera Goran Belên Îsmaîl li ser navê 6 partiyan axivî û got; “Li gorî qanûna ku niha belgeya wê di destê me de ye, diviya bû mafê çavdêriya sindoqan hebaya. Lê rê nayê dayîn ku proseya hijmartina dengan a bi dest were çavdêrî kirin û astengî tê derxistin. Prosesa hejmartina dengan ne şefafe û nahêlin em nêzîkî sindoqan bibin. Ev prose berdewamiya rêya sextekariyê ye. Ji bo vê me prosesê boykot kiriye.”

Divê her tişt zelal be

Her wiha Îsmaîl got; “Divê piştî ku encamên hejmartina dengan hatin ragihandin, divê ev jî were eşkere kirin ku ka çend sindoq hatine vekirin û li ser çi esasê hatine vekirin. Ji ber me daxwaza vekirina hemû sindoqan kiriye.”

Piştî encamên hilbijartina giştî ya Iraqê, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe biryar dabû ku li hin cihan dengên hilbjêran bi dest û ji nû ve bê hejmartin.

SILÊMANÎ