
Dema ku Kanûna par bi heyeteke navneteweyî re çûm Kantona Cizîrê, rayedarên kantonê bi israr dixwestin "aş"an nîşanî me bidin. Dema ku çîroka aşan jî ji me re gotin, me dizanî ku Şoreşa Rojava serketina xwe ya pêşî bi van aşan bi dest xistibû.
Rewşa nakokane za Rojava û nexasim Cizîrê ew bû li Cizîrê dexl jî û gelek berhemên din ên çandiniyê jî têra kantonê û heta zêdetir jî dikin, lê aboriya Rojava ji ber siyaseta rejîma Baasê weke koloniyekê bû, ango rejîmê berhem û çavkanî (genim û petrol) ji Rojava digirtin û li rafînerî û kargehên li derveyî Rojava ev berhem bikardianîn, miamele bi wan dikir û hîna nû difirotin Rojava. Meseleya nan yekser elaqeya xwe bi vê yekê re heye û ez ê qasekî din behsa vê yekê bikim. Beriya wê ez behsa siyaseta li ser nên bikim:
Beriya çendekê di Rûdawê de nûçe hatin belavkirin; nûçeya pêşî li ser wê yekê bû ku xelk ji nanê li Kantona Cizîrê ne razî ye (binihêre li nûçeya Rûdawê a 19´ê Nîsanê a bi sernavê Rojava-Ev ne nan e, kepek e), piştre jî nûçeyek li ser genimê Rojava ê ku qaşo ji rejîmê re tê şandin weşand (binihêre li nûçeya Rûdawê ya 3´yê Gulanê). Ez pesnê Rûdawê bidim, di warê rojnamevaniyê ve mijara xwe şopandiye, lê di van nûçeyan de hîç behsa paşxaneya mijarê nehatiye kirin. Gelo Rûdawa bi pisporiya xwe pesnê xwe dide nikarîbû bigihîje van agahiyên der barê paşxaneya meseleyê de. Ez dilsafik jî bim nikaribim bersiva erê bidim vê pirsê. Ez ê niyeta Rûdawê nexim ber lêpirsînê, lê dikarim bi awayekî maqûlane bibêjim, elaqeya xwe bi siyasetê heye. Çima? Lewma siyaseta nanî ji mêj ve li dijî Rojava şerê pêşî bû:
Genimê Rojava hebû, lê aşên mezin nebûn ku têra xelkê bikin; û piştî ku çeteyan dor li Kantonê girtin êdî ard nebû ji bo çêkirina nanî. Rojava bi sed kotekî û zehmetiyên mezin aş kirîn, lê ji ber mezinahiya aşan di ser sînorê bakur re derbaskirina wan ne mumkin bû, lewma Tirkiyê sînor asê kiribûn. Mirov çi dike, di rewşeke wisa de? Erê rayedarên Kantona Cizîrê jî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê; aş derbasî başûrê Kurdistanê kirin û xwestin di ser deriyê Sêmalka re van aşan derbasî Rojava bikin. Lê sê mehan destûr nehat dayîn û aş li ber baranê hatin hiştin. Ji neçarî bi kelekan û zehmetiyên mezin ew aş di ser Dîcle re bi qaçaxî derbasî Rojava hatin kirin. Ango rayedarên Kantona Cizîrê siyaseta nanî û şerî nanî ê li dijî Rojava têk birin. Niha jî Saziya Geşedana Aborî a Kantonê misoger dike ku bihayê nanî zêde nebe û têra herkesî nan were hilberandin; ev yek bi serê xwe di rewşa şer û ambargoyê de serketina herî mezin e. Ji ber wê jî "Aşên Rojava" beriya sîlehan di şerê xwe de bi ser ketin.
Niha bi vê paşxanê mirov dikare çêtir di nûçeyên Rûdawê bigihêje. Mesela rojnamevanekî baş dikarîbû bipirse, çima Rojava genimê xwe nafiroşe başûrê Kurdistanê? Li pey vê yekê biçûya. Lê li çûna vê, meseleyeke insanî a genim û nan di rewşa şer de jî ji bo siyasetê bi kar bîne. Binketinên eskerî jî û yên nanî jî bi serketinên rojnamevaniyê wê bi ser nekevin, lewma ew jî kulek in heta qop in. Lewma hem paşxana meselê kêm e, hem pirsên ropjnamevaniyê yên pêwîst ji bo şopandina meseleyê nehatine kirin û hem jî peywenda meseleyê ya siyasî û insanî bi temamî kêm e.
Rayedarên Kantona Cizîrê di şerê nanî de bi ser ketin, genimê Rojava serketiyê pêşî yê yê Şoreşa Rojava ye. Rûdaw dikare li ser nûçeyeke pirr baş çêke heke bixwaze.
LUQMAN GULDIVE