Dîdeban
Di serdema ku cîhan amadekariya pêşwaziya dîktatoriyeke nû dike de hişê mirov jî her li ser babeta tîran, stemkar û desthilatên xwînxar dirame. Xuya ye mirovahî ji tevahiya wan serpêhatiyên dirinde yên ku ne di mêjûyeke dûr, lê di nîv sedsalên dawiyê de encamdayîn hîç ders dernexistiye. Mîna ku dîrok ji şerê di navbera tîran û serhildêran pê ve be. Gelo her xwe dubare an ku pirbare dike? Welhasil bi mijarê ve têkildar ev car emê xwe berdin beriya Îngilistanê, bibin mêvanê nivîskarekî hêja yê edebiyata înglîzî. Nivîskar li gel berhem û edebiyata xwe ya balkêş xwedanê serpêhatiyeke jiyanî û hizrî ye jî di heman demê de. Di beşeke dirêj a jiyana xwe de di nav hejarî û feqîriyê de jiyaye. Li aliyê din bîr û baweriya wî ya raman û siyasetê wek sosyalîst dest pê dike, lê romana wî ya bi navê Çewlika Heywanan wek pevçûna wî ya li dijî real sosyalîzmê dihête binavkirin. Ev kesayetê bi navê George Orwel yek ji qelemên herî girîng yên edebiyata Înglîzî û wisa jî ya cîhanê ye. George Orwel her çiqas bi romana xwe ya fabil a bi navêÇewlika Heywanan navdar bûye jî, xeyn ji wê gelek berhemên wekî 1984´ê yên giranbuha jî diyariyê pirtûkxaneya cîhanê kirine.
Navê rastî yê Orwel Eric Arthur Blair e. Nivîskar di 25´ê Hezîrana sala 1903´an de li Hindistanê ku wê demê koloniyeke Brîtanî ye çavên xwe li cîhanê vedike. Her çiqas di dilê wî de evîna edebiyatê hebe jî neçar dimîne ku pênc salên xwe di karê polîsî de derbas bike. Gava dibe şahidê kiryarên Îngilîzan yên li hemberê Bîrmanyayiyan, dest ji karê xwe dikişîne.
Di serdema şerê navxweyî yê Îspanyayê de, bi wezîfeya peyamnêriyê diçe Îspanyayê, tevli mîlîsên komarparêz dibe. Îspanya di jiyana Orwel de wek veqetîneke ji sosyalîzma serdemê bandor dike. Di berhem û her wisa xebata wî ya piştî ceribandinên Îspanyayê bêtir bi çavên rexneyî li pergalê dimêzîne.
Di romana xwe ya bi navê Çewlika Heywanan ku di sala 1944´an de nivîsandî de pergala dîktatoriyê an ku rasterast pergala sovyetê ya wê demê nemaze jî dîktatoriya Stalîn rexne dike. Berhem di warê fabla siyasî de wek xebateke bêmînak dihê binavkirin. Di naveroka berhemê de wek ji navê wê jî diyar e çewlikeke heywanan heye. Dem û dewranek tê ku heywan êdî nema tehemûlê li mijokdarî û zordariya mirovan dikin. Li dijî stemê serî radikin û desthilatê desteser dikin. Pergala nû wekheviyê esas digire. Lê di nav demê de berazên şareza û dilxwazin desthilatê şoreşê ji riya wê dixirînin, pergaleke wisa sazkar dikin ku rehmet li ya mirovan dixwîne. Ev pirtûka Orwell bû sedemê navdariyeke piralî û cîhanî, Orwell ê hejar karî piçek hêsantir bijî. Her wisa mirov dikare di berhema Orwell de li gel Stalîn, Troçkiyê bêmiraz û gelek kesayetên ku di encama tawanên rast û nerast de hatîn jinavbirin jî bibîne. Pêşengên ku demek berê wek efsane di nav gel de bilind dibin piştî kurtedemekê dibin noker, xayîn û yan li ber dara xaçê yan jî li pêş mifrezeya îdamê xwe dibînin.
Berhema din a Orwell ku pir hatiye xwendin û ecibandin jî 1984 e. Nivîskar di vê berhemê de jî rexneya desthilata dîktator a faşîst dike. Orwellê ku bi tevahî 9 pirtûk û bi sedan gotar nivîsandin, salên xwe yên dawiyê di nav nexweşînan de derbas kir û di sala 1950´yî de, di 46 saliya xwe de li Londonê koça dawiyê kir.
Li aliyê din gava min li ser nivîskarî lêkolîn dikirin her ew helbesta Nazim Hîkmet li ber guhên min diket: Sêmbêlên wî yên ji kevir, pola, kaxed û darî li aşxaneyan di nêv şorba me de bû... Sibeyek tine bû, tinebû sola wî ji meydanan, siya wî tinebû ji ser darên me, çavên di wî ji odeyên me, simbêlên wî ji nav şorba me, rabû giraniya bi hezaran kevir, pola, hesin û kaxedan ji ser singa me...