Feleknas Uca: Destketiyên gelê Kurd di bin êrişek mezin de ne. Dagirkerî ne tenê li Başûr heye, di heman demê de êrişî Rojava û Şengalê jî dikin. Lazim e ku em li hemberî dagirkerî û siyaseta li dijî gelê Kurd têbikoşin.
Bi armanca xurtkirina peywendiyên jinên Kurd û pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd li dijî êrişan şandeyek ji parlementerên jin ên HDP’ê û hevşaredarên HDP’yî, ji bo hinek rêzehevdîtinan serdana Herêma Kurdistanê kir. Şandeya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji Parlamentera Şirnexê Nuran Îmîr, Parlementera Batmanê Feleknas Uca, Parlamentera Amedê Semîra Guzel, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozdemîr pêk tê, li gel Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş û endama Nûnertiyê Mizgîn Arî li Hewlêrê serdana Mekteba Rêveberiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir û ji aliyê endama Yekîtiya Afretên Kurdistanê (Baska jinan a PDK’ê) ve hate pêşwazîkirin. Her wiha heman rojê şande bi seroka parlementoya Herêma Kurdistanê Rêwas Faîq re civiya. Di hevdîtinan de li ser rewşa dawî û rola jinan di avakirina yekîtiya neteweyî de hat gotubêjkirin.
Ji bo yekîtiya jinan û Kurdan
Piştî hevdîtinan Parlamenter û Berdevka Peywendiyên Dîplomasî ya Jinên HDP’ê Felekknas Uca daxuyanî da û diyar kir ku armanca serdana wan pêkanîna yekîtiya Kurdane û got; “Di dîrokê de jinên Kurd pêşengî û berxwedan zêde kirine. Dema wê hatiye ku wan ji dema borî ders girtine. Em jî pêşengiyê ji bo yekîtiya jinan û Kurdan pêk bînin”.
Li hemberî dagirkeriyê têdikoşîn
Feleknas Uca di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk yên li dijî destkeftiyên gelê Kurd û got: ”Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike, li ser wargeha penaberan a Mexmûrê jî ambargo heye û destkeftiyên gelê Kurd jî di bin êrişeke mezin de ne. Dagirkerî ne tenê li Başûr heye, di heman demê de êrişî Rojava û Şengalê jî dikin. Em li dijî dagirkerî û siyaseta li beramberî gelê Kurd têdikoşîn. Li bakurê Kurdistanê jî ji bo azadî û demokrasiyê berxwedan heye. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de me şaredariyên mezin bidestxist. Lê di 19’ê Tebaxê de bi lihevkirina AKP û MHP’ê şaredariyên me hatin desteserkirin. Ger em îro nebin yek, wê metirsiya ser gelê me mezintir bibe.”
Bi ruhê netewî hev hemêz bikin
Feleknas Uca destnîşan kir ku divê li hemberî siyaseta qirkirinê, gelê Kurd yekitiya xwe çêke û got; “Bi pêşengiya jinan me ev xebat daye destpêkirin. Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemînin, ji ber ku bêdengî qebûlkirina dagirkeriyê ye. Çawa di dema berxwedana Kobanê de, pêşmerge bi rihê neteweyî pêşwazî kirin, divê niha jî heman kar bê kirin.”
Pêwîst e ku em timî bixebitin
Paşê li ser navê saziyên jinan Dr. Viyan Silêmanî ji ber hatina şandeyê kêfxweşiya xwe anî ziman û got; “Komek armancên me yên hevbeş hene. Pêwîst e ku em bê navber ji bo wan armancên xwe kar bikin. Bi taybet mijarên nîştimanî û neteweyî. Her çiqas li parlamentoyê û hikûmetê jin hene, lê di asta pêwîst de nînin. Me nekariye pêşiya şîdeta li ser jinan bigirîn. Pêwîstî bi têkoşîna pir alî heye. Em niha li nîva rê ne.”