Êzîdiyên Şengalê gotin ku PKK hêza parastina hemû Êzîdî û hemû gelê Kurdistanê ye û bi zimanekî tund daxuyaniyên PDK’ê şermezar kirin.
Bertekên li hemberî daxuyaniyên PDK’ê yên di derbarê PKK’ê de zêde dibin. Kurdên Êzîdî yên nêzî 11 meh in li Çiyayê Şengalê ber xwe didin, daxuyaniya Serokê Konseya Parastinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya “PKK li Qendîlê û Şengalê mêvane û ji ber vê yekê divê jê derkevin” rexne kirin û ragihandin ku PKK hêza parastina hemû Kurdên Êzîdî û hemû gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê dijî ye.” Welatiyên Êzîdî derheqê vê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û gotin ku gotinên bi w awî ne rast in.
Kurdistan ne xaka ti partî û malbata ne
Welatiyê bi navê Omer Hesen ragihand ku PKK bi destûra ti kesê nehatiye Şengalê û got ku Kurdistan ne xaka ti malbat û partiya ne. Hesen diyar kir ku ger PKK’ê ji Şengalê derkeve wê Ezîdiyan jî ji Şengalê derkevin û ji komkujiyê ve tenê li Şengelê PKK’ê û YBŞ/YPJ Şengalê ew parastin e.
Murad Xidir Reşo jî diyar kir ku eger PKK ji Şengalê derkeve emê jî li gel gerîlayan biçin û divê ti kes guh nede van cûrên gotin û daxuyaniyan.
Daxuyaniyên bi wî rengî xizmeta yekitiyê nake
Welatiya bi navê Ayşe Hesen destnîşan kir ku êdî ti kes li ser axa wan nikarin ew bê îrade bikin û got ku PKK yek ji hêzên parastina gelê Êzîdi ye. Ayşe Hesen got ku ev cûrên daxuyaniyan bê bingehin û ji bo me qet wateyekê nade.
Deko Necman jî eşkere kir yên ji komkujiya 3’ê Tebaxê ve ew parastine PKK ye û diyar kir ku eger PKK ji Şengalê derbikive wê çeteyên DAIŞ’ê bikevin Çiyayê Şengalê û wiha got: “Ez daxuyaniyên PDK’ê yên wiha şermezar dikim. Daxuyaniyên bi vî rengî xizmeta yekîtiya Kurdan nake. Dema ku di 3’ê Tebaxê de em rastî komkujiyê hatin PDK’ê em bi tenê hiştin û DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir. Lê belê PKK bi hewara me ve hat, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şikandin û nêzî sed hezar Kurdên Êzîdî ji komkujiyê xilas kirin.”