Li bajarê Swîsreyê Baselê, ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîse Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanen Kurd Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li ser banga Meclîsa Jinê ya Ronahî roja 22'ê Hezîranê çalakiya 'edaletê' hat lidarxistin.
Di vê çalakiyê de belavok hatin belavkirin, wêneyên her sê jinan hatin hildan û banga hişyarî û berpirsyariyê li jinan hat kirin.
Bi heman armancê li Elmanyayê jî çalakî hebûn. Li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Dusseldorfê roja Çarşemê çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinê û YJK-Elmanyayê ve hat organîzekirin. Vê hefteyê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hagenê çalakî bi rê ve birin. Di çalakiyê de dûrişmên "Jin jiyan azadî", "Sara Rojbîn Ronahî", "faşîst Erdogan, hevkar Fransa", "Kujerê jinan Erdogan" hatin gotin.BASEL / DUSSELDORF