Merasîma bîranînê  ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê ve li Salona Sîlwan Talabanî ya li Kerkûkê hat organîzekirin û tevî nûnerên Tevgera Azadî, Tevgera Jinên Azad li Başûrê Kurdistanê (RJAK), Tevgera Ciwanan a Başûrê Kurdistanê, Tevgera Goran, Hizbî Zehmetkêşan û gerîlayên HPG û YJA Starê bi sedan Kerkûkî tevlî bûn.

Di merasîmê de li ser navê hêzên HPG’ê yên Kerkûkê Hoşyar Zagros peyivî û got, “Weke hêzên gerîla, em ji bo parastina hemû nirxên Kurdistanê têdikoşin. Yek ji bi hezaran hevrêyên me yên ji bo Kurdistanê canê xwe feda kirî Şehîd Armanc e. Heta ku gerîla hebin, wê gelên Kurdistanê bêparastin nemînin. … Em li pêşberî gelê xwe soz didin, ku em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê dewam bikin.”

Piştî nîşandana sînevîzyonê li ser jiyan û têkoşîna Armanc Kurdo, Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê belgeya şehîd Armanc Kurdo da gerîlayên HPG’ê.”

Armanc Kurdo bi navê rast Talib Mehmûdî sala 1991’ê li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Armanc Kurdo di roja 30 Çileyê 2015’an de di şerê bi DAIŞ’ê re li gundê Mekteb Xalid ê ser bi Kerkûkê şehîd bû. 


 KERKÛK