Gerîlayên YRK û Hêzên Parastina Jinê (HPJ) jî tevlî refên berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê bûn. Yekîneyeke YRK-HPJ ya doh ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ket ser rê, berê xwe da navçeya Celawla ya Xaneqînê. Gerîlayên bi konvoya wesayîtan ketin ser rê, bi dirûşmeyan biryardariya xwe ya ji bo berxwedan û têkoşînê nîşan dan. Bi vî rengî li refên Hêzên Berxwedanê yên ji YPG-YPJ, HPG-YJA STAR, Hêzên Milîsên Şengal û Mexmûrê û Pêşmergeyan, gerîlayên YRK-HPJ jî cih girtin û tevkarî li avabûna hêza parastina neteweyî ya Kurdan kirin, ku yek ji xeyal û hesreta mezin a Kurdan e.

Li dû Şengal, Mexmûr û Kerkûkê, yekîneyeke mezin a gerîlayên HPG-YJA STAR'ê, ji bo parastina cihê pîroz ê Êzidiyan Şêxan û Laleş ji êrîşên çeteyan, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê gihaşt Laleşê. Gerîla li Laleşê li çeperên parastinê bicih bûn. Gerîlayên xwe gihandin Laleşê, hest û ramanê xwe ji ANF'ê re vegotin. Gerîlaya YJA STAR'ê Şîlan destnîşan kir ku weke gerîlayên jin ew amade ne gel ji her şêweyên êrîşên hovane biparêz in. Şîlan got, "Em ji bo parastina gelê xwe yê Êzidî ji Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin Laleşê. Weke gerîlayên jin em amade ne bi hemû hêza xwe, gelê xwe li dijî êrîşên hovane biparêz in." Gerîlayên ji bo parastina Laleşa Nûranî ketin çeperan, hêviya xwe ya serkeftinê anîn ziman. 

ANF/HEWLÊR