Gerîlayên Kurdistanê di van rojên beriya salvegera 15´ê Tebaxê de bi çalakiyên xwe derbên giran li hêzên dagirker dixin. Gerîlayan bi çalakiyên xwe 30´ê Tîrmehê 39 eskerên dagirker kuştin û bi çalakiyên misêwa karîn dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê li Lêlikanê bist bikin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Sêrt û Colemêrgê di çalakiyên hêzên gerîla de herî kêm 39 esker û kontrayek hatin kuştin. HPG’ê li ser mijarê, agahiyên li ser çalakiyên gerîlayan ên 30´ê Tîrmehê ev daxuyanî da û pêşî behsa çalakiya li herêma Bînbîr kir: Girê Bînbîr bû gora 27 eskeran “Hêzên me saet 6’ê sibehê li girê Şehîd Fîkret ê herêma Bînbîr a navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker ku amadekariya operasyonê dikir çalakiyek kir. Derbên giran li stargeha yekîneya dijmin hate xistin û di encamê de stargeha dijmin bi temamî hate rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 27 eskerên dijmin hatin kuştin.” HPG´ê da zanîn ku gerîlayan li navçeya Şemzînan a ser bi Colemêrgê di navbera girê Genîş û girê Konserve de rêya ewlekariyê çêdikir, hin çalakiyên sabotajê kirine. Çalakî li dijî dozerên ku rê çêdikirin hatiye kirin û di encamê de 2 dozer hatin teqandin û kontrayek jî hatiye kuştin. Dagirkerî li Lêlikan li ser agir e HPG´ê daxuyaniya xwe li ser çalakiya li Lêikanê wiha dewam kir: “Hêzên me saet 10’an li girê Lêlikanê yê li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xist. Ji 3 baskan ve derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara eskerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndarkirin nehate zelalkirin.” Li Berwariyê 3 esker hatin kuştin HPG´ê got, 25’ê Tîrmehê li herêma Çemê Karê ya navçeya Berwarî ya Sêrtê, gerîlayan derbên giran ji 2 baskan û ji nêz ve li yekîneyeke artêşa Tirk a operasyoneke eskerî, li ser girekî nêzî şehîdgeha li herêmê xistin û 3 eskerên dagirker hatin kuştin. HPG´ê got, êvara 26’ê Tîrmehê, artêşa Tirk tevî bomberdûmaneke giran li girên Quling, Şehîd Berxwedan û Şehîd Canxort, hewl dida ji bejahî ve xwe bigihîne ser girê Şehîd Berxwedan û wiha dewam kir: “Hêzên me êvara heman rojê çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de 2 eskerên dijmin hatin kuştin, eskerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê termên eskerên xwe û birîndarê xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir û neçar ma ji girê Şehîd Berxwedan vekişe.” Li Sorxwîn û Canxort 6 esker HPG´ê da zanîn ku gerîlayan 28’ê Tîrmehê saet 17’an li ser girê Şehîd Sorxwîn bi derbên giran 2 esker hatin kuştin û wiha dewam kir: “Heman rojê saet 18:45’an jî hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê ya li ser girê Şehîd Canxort çalakiyek pêk anî. Ji nêz ve derb li yekîneya dijmin hate xistin û 3 leşker hatin kuştin. Roja 29’ê Tîrmehê saet 14:30’î, yekîneyek operasyonê ya hewl dida xwe bigihîne ser girê Şehîd Canxort bû hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li yekîneya operasyonê hate xistin, eskerek hate kuştin, eskerek jî birîndar bû. Artêşa TC da agirker ku di operasyonê de derbên giran xwarin, neçar ma ji ser gelek giran vekişe.” 5 gerîla şehîd bûn HPG´ê wekî din got, 17 Tîrmehê li herêma Garis ya navçeya Dihê ya Sêrtê, di encama operasyoneke hêzên dagirker de şer bi gerîlayan re qewimiye. Hêzên artêşa Tirk a dagirker nekarîne bi pêş bikevin û lê di encama bombebarana helîkopterên tîpa ATAK de 3 gerîla şehîd bûne. HPG´ê da zanîn ku ew nasnameya van gerîlayan paşê eşkere bike. HPG’ê bi daxuyaniyeke din jî diyar kir ku du gerîlayên wan 26´ê Tîrmehê li Bazîda Agiriyê ji aliyê kontrayê bi navê Mehmet Nûrî Ozer ve hatine şehîd kirin û got, “Bi rengê herî giran wê hesabê vê yekê bê pirsîn.” Nasnameya gerîlayên şehîd bûyî jî wiha hat eşkerekirin: Cîgerxwîn Amed (Ahmet Dogûrû) ê li Amedê ji dayik bûyî, Stêrk Çarçella (Sumeyye Gezer) a li Mûşê ji dayik bûyî. ANF/BEHDÎNAN