Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji bo silavkirina sala 41’ê ya PKK’ê hêzên wan li Îdirê li artêşa Tirk xistiye û di encamê de 15 esker hatine kuştin. HPG’ê li ser çalakiyên gerîla ev agahiyên hanê dan:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê, 26’ê Mijdarê li navçeya Başan a Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya artêşa dagirker ku ji Qereqola Axurî diçû navenda navçeyê çalakiyek pêk anî. Hêzên me ji cihekî nêz ve li wesayita zirxî reşand û çûn heta ser wesayitê. Di vê çalakiyê de bi qasî ku bi çavan hate dîtin, 15 eskerên dijmin hatin kuştin. Qereqolên li derdorê piştî çalakiyê hewl dan dest li herêmê werdin, lê gerîla derbên giran li wan jî dan. Ev çalakî ji bo silavkirina sala 41’ê ya PKK’ê hat lidarxistin.”

Êrişên hewayî

HPG´ê li ser êrişên hewayî li dijî Başûr jî ev agahiyên hanê dan: “Êvara 26’ê Mijdarê  balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Çemço ya herêma Zapê  barandin. Roja 27’ê Mijdarê jî balafirên şer Girê Sendûra yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber her du êrişan zerar û ziyan negihişt hêzên gerîla.”

 

 ANF/BEHDÎNAN