Gerilayên HPG’ê çi li Bakur çi li Başûr derbên giran li artêşa Tirk dixe. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de herî kêm 9 esker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG’ê li Başûr û Bakurê Kurdistanê li artêşa Tirk a dagirker xist. Di çalakiyan de herî kêm 9 eskerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, hêzên gerîla 22’ê Gulanê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li girên Lêlikan û Evdalkovî yên Başûrê Kurdistanê û li Çelê û Dersimê çalakî kirin. Di çalakiyan de herî kêm 9 esker hatin kuştin.

Vê carê jî suiqest li dijî dagirkeriya Lêlikanê

HPG´ê ji bo çalakiyên 22´yê Gulanê got, “Saet 09:00´an hêzên me yên YJA Starê li dijî hêzên dagirker ên li ser girê Lêlikanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê hin çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyan de 2 eskerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me saet 18:30’î li geliyê Elî Dirêj ê li nêzî girê Lêlikanê yê li herêma Bradostê çalakiyeke sabotajê kir. Hejmara eskerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndarkirin, nehat tespîtkirin.”

HPG´ê ji bo şerê li devera Evdalkovî ya Bradostê jî got, gerîlayan saet 09:30’î derbên xurt li çeperên eskerên Tirk ên dagirker xistine û herî kên eskerek kuştine. Piştî vê çalakiyê, gerîlayan danê nîvrojê çalakiyeke din li dar xist, lê encamên vê çalakiya ku derbên giran li çeperên eskerên Tirk hat xistin, nehatin tesbîtkirin.

Li Çelê li 2 esker hatin kuştin

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyên sûîqestê hatine kirin û hate gotin, “Saet 12:30’î, hêzên me li mintiqeya Deştanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê 2 çalakiyên sûîqestê li dijî eskerên dijmin kirin. Di çalakiyan de 2 eskerên dijmin hatin kuştin.

Esker li stargehan nasitirin

Li ser çalakiya li Dersimê jî ev agahî hatin dayin: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de hêzên me 22’ê Gulanê saet 7’an li dijî qereqola Amûtka ya li navçeya Xozad a ser bi Dersimê çalakî kirin. Derbên giran li stargeh û çeperên dijmin ên li qereqolê hatin xistin û bi qasî hate tespîtkirin 2 esker hatin kuştin, eskerek jî birîndar bû.”

Gerîla li Xarpêtê xweş lêdide

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wekî din ragihand ku li Xarpêtê jî li dijî yekîneyeke eskerî ya çalak, çalakiyek hatiye kirin: “Hêzên me roja 3’ê Gulanê li dijî yekîneyeke eskerên ji qereqola Derîk a li navçeya Miyaran a Xarpêtê derketî, çalakiyek kir. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 eskerên dijmin hatin kuştin.”

 ANF/BEHDÎNAN