Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 8’ê Tîrmehê li Bradostê di çalakiya gerîla de 8 eskerên Tirk hatine kuştin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, roja 15’ê Tîrmehê li herêma Bradostê ji du baskan ve çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 8 leşker hatine kuştin. Hate gotin, artêşa Tirk êriş biriye ser gundê Bosine û zarokak li wir kuştiye. HPG’ê ragihand ku 8’ê Tîrmehê li Dersimê gerîlayê wan ê bi navê Mervan Farqîn ji ber qezayê şehîd bûye. HPG’ê li ser çalakiya 15´ê Tîrmehê ev agahî dan: „Hêzên me 15’ê Tîrmehê saet 18:30’î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xist. Ji du baskan ve derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Bi qasî ku hate zelalkirin, 8 eskerên dijmin di çalakiyê de hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştre obus û hawan avêt Lêlîkanê û derdora gundê Bosine. Ji ber êrişa artêşa Tirk a li ser gundê Bosine, zarokekî bi navê Mihemmed Marîf jiyana xwe ji dest da.” Gerîlayek bi qezayê şehîd bû HPG´ê da zanîn ku 8’ê Tîrmehê li bejahiya gundê Dereova yê navçeya Qisle ya Dersimê, gerîla Mervan Farqîn dema bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bûye û daxuyanî wiha domand: “Piştî bûyerê, hêzên me 9’ê Tîrmehê çûn cihê bûyerê û li yekîneyeke artêşa TC a dagirker rast hatin û ev yekîne kontrol kirin. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de, saet 15:30’î ji nêz ve derbên xurt li yekîneya dijmin xistin. Di vê çalakiyê de du tîmên taybet ên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov, bi helîkopterên atak bombe li herêmê barandin. Artêşa TC a dagirker bi nûçeyên derewîn îdîa kir ku hevalê me Mervan di şer de şehîd bûye. Nûçeyên artêşa dagirker ên di vî warî de nerast in.” HPG´ê nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest dayî wiha eşkere kir: Mervan Farqîn (Yûnûs Dalgin) ê li Amedê ji dayikbûyî, 8’ê Tîrmeha 2018’an li Dersimê jiyana xwe ji dest da. n ANF/BEHDÎNAN

Berxwendêr û gerîla hatin bibîranîn

Li Swîsreyê ji kadroyên pêşeng ên PKK´ê M. Hayri Durmuş, Kemal Pir, Akif Yilmaz û Alî Çiçek di salvegera hatin bibîranîn û di heman çalakiyê de gerîlayê HPG’ê Ramazan Aslan (Cotkar Karker) ê par li Çewlîgê jiyana xwe jidesdayî jî hat bibîranîn. Di çalakiya bi minasebeta 36. salvegera şehadeta berxwedêrên 14 Tîrmehê Kemal Pir, Hayri Durmuş, Akif Yılmaz û Ali Çiçek a li bajarêî Zurîxê de gelek kes amade bûn. Komeleya Jinê, Bêrîtanê çalakî organîze kir. Di çalakiyê de li ser şehîdên Berxwedana Zindanan a 14´ê Tîrmehê sînevîzyonek hat nîşan dan. Siyasetvanê Kurd Deniz Dersim got, “14 Tîrmehê ne rojek ji rojan e, ew pira ber bi berxwedanê ve ye. Dewletê xwest PKK´ê di zindanê de tine bike. Lê belê berxwedêrên zindanê serketina xwe di bin zilma êşkenceyê de bire serî. Hayri Durmuş hingê beramberî dadgehê gelê Kurd û Kurdistan parast, ev bersiveke mezin a li dijî dijmin bû. Li dijî Esat Oktay li Amedê felsefeya PKK´ê bi ser ket.” Aslan hat bibîranîn Piştî axaftinê, sînevîzyonek li ser gerîlayê HPG´ê Ramazan Aslan (Cotkar Karker) ê 2017´an li Çewlîgê jiyana xwe jidestdayî hat nîşandan. Piştre bavê gerîla Aslan, Ahmet Aslan got, “Ez bi kurê xwe serbilind im. Ez ê rêya wî bidim ber xwe. Daxwaza wî ya dawî ji min ew bû ku ez xwedî li dozê derkevim.” HULYA EMEÇ/ZURÎX