Gerîlayan di çarçoveya Pêngava şoreşger a Cenga Heftenînê de operasyoneke şoreşgerî kir. Di operasyonê de 7 kozik, 3 star bi temamî hatin rûxandin, bi kêmanî 30 eskerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya HPG’ê ragihand ku 23’yê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker a li herêma Heftenînê ya li Herêmên Parastina Medyayê operasyonek dane destpêkirin, hêzên wan bi berxwedaneke dîrokî bersiv daye operasyonê. HPG’ê got, “23’yê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li ser herêma Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke dagirker daye destpêkirin û hêzên me li dijî vê berxwedaneke dîrokî kirine. Ji destpêka tevgera dagirker û vir ve hêzen me derbên giran li artêşa  TC’ê ya dagirker dane.”

Gerîlayan 7 kozik û 3 stare tine kirin

HPGê têkilî operasyona şoreşger ev agahî dan, “Di vê çarçoveyê de bi wesîleya salvegera şehîdbûna hevrê Şehîd Bêrîtan bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê 25’ê Cotmehê saet 14.00’an li ser Girê Konferansê û Sîserê ku artêşa TC’ê ya dagirker lê bi cih bûbûn, ji 8 baskan ve operasyoneke şoreşger hatiye kirin. Kozik û strayên dijmin ên li Girê Konferansê û Sîserê ketine ber guleyên hêzên me û bi giyanekî mezin ê çalakiyê ketine nav kozikên dijmin. Hêzên me ketin nav kozik û stareyên ku dijmin lê bû, 7 kozikên dijmin ên li Girê Konferansê û 2 stare hatin rûxandin, li Girê Sîserê jî stareyeke dijmin bi temamî hat rûxandin. Hêzên me di operasyona şoreşger de yek bi yek hêzên dijmin rûxandine, bi kêmanî 30 leşkerên dijmin kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Piştî van çalakiyan, artêşa TC’ê ya dagirker dever da ber obûs, hawan û çekên giran.”

4 şehîd ji bo parastina Kurdistanê  

HPG´ê diyar kir ku di dema çalakiyan de 4 gerîla şehîd bûn. HPG´ê got, ew ê nasnaya şehîdan paşê eşkere bikin.

Gerîlayan wekî din li 24’ê Cotmehê kepçeyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker a di navbeyna qereqolên Mêrgê û Museka ya Şemzînana Colemêrgê de rê çêdikir, bi temamî rûxand û eskerekî Tirk jî kuşt.  

 

 ANF/BEHDÎNAN