Ayata di berdewamiya axaftina xwe de, bang li Kurdên li Ewropa kir û got, em eger îro li Kurdistanê hatibin asta avakirina xweseriya Demokratîk, ev yek bi saya pakrewanên mîna Elî Kisa (Şahîn) pêk hatiye. Nivîskar û lêkoliner Haşîm Kutlu jî mafê axaftinê girt û wiha got, em bi şehîdên xwe dijîn, şehîd ji bo gelê Kurd pêwîste jiyan be, evîn be. Ne xemgînî û dilsarî be. Wek bexçeyê bi hezaran qulîlk şehîd nexşa vî gelî ne. Li ser navê malbatê xwişka şehîd Elî Kisa, Fidan Demir jî axivî û wiha got, birayê min gelek ji mirovan hes dikir, bi taybetî ji zarokan gelekî hez dikir. Bavê şehîd Meryem Çolak helbestvan Seydo Hazar(Kalo) jî helbesteka ku li ser şehîdan amadekirî xwend. Bîranîna girseyî piştî axaftina bi dua xwendina lokmeya sehidan a ji aliyê endamên pîrên FEDA yê Pîr Metin Boylam ve berdewam kir. Bîranîn piştî xwendina lokmeya şehîdan bi belavkirina xwarin û şîrînahiya ji aliyê malabatê ve hatî amadekirin bi dawî bû.
ANF/STUTGART