Gerîlayên HPG û YJA-Starê 18 û 19´ê Hezîranê bi çalakiyên li Şirnex, Colemêrg û Sêrtê, herî kêm 35 esker hatin kuştin. Gerîlayan derbên giran nexasim li hêzên taybet ên artêşa dagirker xistin û li Çelê ji hêzeke taybet herî kêm 15 esker kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Colemêrg, Şirnex û Sêrtê çalakî li dar xistine û bi giştî 35 eskerên artêşa Tirk a dagirker kuştine.

HPG’ê li ser malpera xwe bi daxuyaniyekê da zanîn ku 18’ê Hezîranê saet 20.40’î gerîlayan li dijî karwanekî maşînan a artêşa Tirk a dagirker di navbera rêya Colemêrg û Çelê de, li Qada Kanî Orê çalakiyek li dar xistiye û wiha dewam kir: “Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kîrpî hatiye îmhakirin û wesayîta kobra jî hatiye derbkirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 12 eskerên dijmin hatin kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê, dever bomberdûman kir û mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan ji deverê rakirin.”

Li Çelê 15 esker hatin kuştin

Ji bo çalakiyeke li dijî yekîneyeke taybet a artîşa Tirk a li Çelê yî HPG´ê ev agahî dan: “Yekîneyeke taybet a artêşa Tirk a dagirker ya ku ji qereqola Geman a Çelê derdiket eraziyê û kemîn datanîn, kete bin kontrola hêzên me. Wesayîta zirxî ya Kobra ya ku ev yekîne tê de bû û wesayîta sivîl a ku ji bo karên eskerî bi kar dianîn, hêzên me di 18’ê Hezîranê de saet di 20.30’an de li devera Derava Qesranê li dijî wê çalakiyeke sabotajê li dar xistine û li van wesayîtan dane. Wesayîta sivîl a ku ji bo karên eskerî dihat bikaranîn hate îmhakirin û ya zirxî jî derbên giran xwarin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 15 eskerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li deverê operasyon da destpêkirin û di heman rojê de bêyî ku encamê wergire vekişiya.”

Li Geverê 3 çeper hatin rûxandin

HPG´ê diyar kir ku 19’ê Hezîranê de berê sibehê gerîlayan li Girê Elîşêr ê Geverê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist û wiha dewam kir: “Di vê çalakiyê de 3 çeperên dijmin hatin rûxandin û bi qasî ku hat tespîtkirin 4 esker hatin kuştin. Di heman rojê de saet di 13.30’an de hêzên me li dijî eskerên li qereqola Şikêrê ya Çelê çalakiyeke segvaniyê li dar xistin û eskerek kuştin.”

Li Şirnexê 3 dozerên artêşê hatin şewitandin

HPG´ê di dewama daxuyaniya xwe de got, “Hêzên me 18’ê Hezîranê saet di 23.00’an de li qada Banê Ezîza ya Basa ya Şirnexê 3 dozer şewitandin ên ku ji bo bendava Ilisûyê dixebitin. Artêşa Tirk a dagirker piştî vê çalakiyê li deverê operasyonek da destpêkirin û 19’ê Hezîranê hêzên me li dijî yekîneyeke vê operasyonê çalakiya sabotajê kir. Di vê çalakiyê de 2 eskerên dijmin hatine kuştin. Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji deverê derxistin û heman rojê ji qadê vekişiya.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger de di 19’ê Hezîranê de li qada Deriyê Serxêtê yê Çiravê ya Dihê ya Sêrtê li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de eskerek hat kuştin û 2 Esker jî birîndar bûn.” 

 ANF/BEHDÎNAN