Gerîlayên HPG’ê li Başûrê Kurdistanê, li herêma Bradostê li girê Lêlikanê ji du baskan ve du çalakî li dijî hêzên dagirker ên Tirk kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla 29-30’ê Tebaxê du çalakî li dijî artêşa Tirk kirine.
Derbarê çalakiyan de ku di çarçoveya “Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî’ pêk hatin, ev agahî hatin parvekirin:
“29’ê Tebaxê saet 11.00’an hêzên me li herêma Bradostê ya Sidekanê, li girê Lêlikê çalakiyek li dijî eskerên dijmin kirin. Di çalakiyê de ji du baskan ve hêzên me bi ser kozikên dijmin ve çûne, di vê çalakiyê de ji eskerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne, bi zelalî nehate tespîtkirin.
30’ê Tebaxê saet 07.00’an hêzên me du caran çalakî li dijî hêzên dagirker ên li Lêlikanê kirin. Di çalakiyê de derbên serketî li kozik û stargehên eskerên dijmin dan, di çalakiyê de eskerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûn, zelal nebû.”
ANF/BEHDÎNAN