Gerîla Rizgar asta pêşketina rêhevalên xwe ya perwerdeyê bi van gotinan ve dinirxîne; “Demek pir kurt e me dest bi perwerdeyê kiriye, lê dikarim bêjim ku asta pêşketinê baş e. Ev jî asta baldarî û daxwaza hevalan dide diyarkirin. Mînak hinek heval ji Dersimê ne yanî Zaza ne, hinek heval ji wanê ne, hinek jî ji Rojhilat, Şirnex û Rojava ne, lê îro hemû bi hev re xwe fêrî zaravayê Soranî dikin da ku karibin ruhê neteweyî di xwe de ava bikin.“
‘Bi coş me dest pê kir’
Gerîlaya YJA STAR Yıldız Cûdî yek ji şagirtên perwerdeya zaravayê Soranî ye. Yıldız xwesteka xwe ya ji fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zaravayê Soranî wiha bi me re parve dike; “Di serî de vê bêjim ku niha em wek hêzek leşkerî ji bo parastina axa Başûrê Kurdistanê hatine vir. Lê li kêleka vê erka me ya dîrokî, her çiqasî dema me pir teng be jî, me xwest xwe fêrî zaravayê Soranî bikin. Me bi heyecan û coşek mezin ve dest bi perwerdeya xwe ya zimanê Kurdî kir. Yek ji armanca me ya dîtina vê perwerdê ev e ku em karibin ji zimanê gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê baştir fêm bikin, çanda wan nas bikin û xwe jî bi rengek rast bi wan bidin nasîn.”
Gerîla Tolhildan Goyî jî bal dikşîne ser wate û dewlemendiya zimanê Kurdî û wiha berdewam dike; “Îro tevî ku kes nikare wek Kurd hebûna me, nasnameya me, vîn û hêza me înkar bike lê cardin jî êrîşên pir dijwar li dijî me tên meşandin. Vaye êrîşa li dijî dibistanên Kurdî jî li ber çavan e. Ji bo ku Kurd bi zimanê xwe yê dayikê neaxivin, nenivisînin û nexwînin bi her awayî êrîşan li dijî Kurdan pêk tînin. Ji ber wê jî banga min jî ev e ku em karibin wek Kurd xwedî li zimanê xwe yê dewlemend derkevin ”
ŞARISTAN RÛKEN/ANF/KERKÛK